Banga beşdarbûna meşa li dijî wêrankirina Dîcleyê

Banga beşdarbûna meşa li dijî wêrankirina Dîcleyê

KCD’ê bang kirin ku, her kes sibe tevlî meşa ji aliyê Tevgera Ekolojiya Mezopamya ya li qada Dargapiyê a li dijî projeya Santrala Hidroelektrikê  (HES) ve li ser rûbarê Dîcleyê tê çêkirin bibin.

Di daxuyaniya ku bi nivîskî ji aliyê KCD’ê ve hatî weşandin de, hate diyar kirin ku baxçeyê dîrokî yê Hevselê, bi 3 projeyên HES’ê re dixwazin di bin avê de bihêlin û tine bibin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin got:

"Bi firotina rûbarê Dîcleyê re,  Hevselîn kirina binesazî, em destûrê nadin HES’ê. Em bang dikin her kes xwedî li dîrok, çand û qada jiyana nû derbikevin.”

Di dijî projeya HES’ê û tinekirina Bexçeyê Hevselê sibe Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya di saet 13:00’an de li qada Dagkapiyê dê daxuyaniya çapeniyê bidin û piştre berbi rûbarê Dîcleyê ve bimeşin.