Baluken berdana tecawîzkaran pirsî
Baluken berdana tecawîzkaran pirsî
Baluken berdana tecawîzkaran pirsî
Parlamenterê BDP’ê yê Çewlîkê û wekîlê serokê koma BDP’ê Îdrîs Baluken, serbest berdana tecawîzkarê zaroka 14 salî ya bi navê E.A ji serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan pirsî. Baluken da zanîn ku di encama îfadeyên zaroka keçik ya bi navê E.A ya li navçeya Solhana Çewlîkê rastî tecawîzê hat de, hat fêm kirin ku rastî tecawîza 6 çawîşên pispr hatiye. Baluken wiha got: “Di encama serlêdana E.A ya di sala 1997’an de ji dayik bûye, de lêpirsîn hat destpêkirin û 4 çawîşên pispor hatin girtin û piştre li ser îtîrazê hatine berdan.
Zaroka ku hêj 14 salî ye gelek caran rastî tecawîza Yusuf A. İlker Y., Mustafa T., Mevlut K., Serdal K. û leşkerê paşnavê wî nayê zanîn yê navê Hakki ye tê.”
BBalûkan da zanîn ku ligel van sosretiyan çawîşên pispor tên berdan û her wiha biryara veşariyê ya dosyayê û çêkirina qerekoloke nû ya li gund jî rastî bertekên gelê herêmê tê.
Baluken di pêşnûmeya xwe de wiha got
-Wezareta we ya têkildar der barê çawîşên pispor de lêpirsînek daye destpêkirin an na?
-Hinceta berdana pisporên çawîş çi ye? Gelo îzahata vê berdanê ya mirovahî, ahlaqî û hiqûqî heye an na?
-Der barê fermandarê qerekolê de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na? ger vebibe di çi astê de ye?
-Hinceta biryara ku dadgehê daye çi ye?
-Ligel vê bûyerê qerekol hêj li gunde û her wiha daxwaza parastina E.A hatiye redkirin. Hinceta vê çiye? Berpirsên vê kî ne?
-Hinceta avakirina qerekola ku hewl tê dayîn nû bê avakirin çi ye?
-Gelo sedema bûyerên din yên ku bi qerekolan nû re bê çêkirin peyda bibin kî ye û dê hesab bide?