Balefirên şer ên Sûriyeyê gundê Mebrûka bombebaran kir

Balefirên şer ên Sûriyeyê gundê Mebrûka bombebaran kir

 Balafirên şer ên Mêg gundê Mebrûka yê girêdayî Serêkaniyê bombebaran kir. Li aliyê din hate hînbûn ku di bombebarana gundê Temad a serê sibehê de, 40 endamên komên çekdar hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, saet di 16.00᾿an de balafirên şer ên Mêg ên artêşa Suriyê depoyên genim ên li gundê Mebrûka ku 40 kîlometre dûrî Serêkaniyê ye û li ser rêya Tilebyadê ye, bombebaran kirin. Hate ragihandin ku 2 bombe li depoyên genim ketine, lê derbarê encamên wê de tu agahî nehatin bidestxistin. Hate hînbûn ku li vî gundî jî komên çekdar bicîh bûne.

Balefirên şer serê sibehê jî gundê Temad ê ku 15 kîlometreyan dûrî Serêkaniyê ye bombebaran kiribûn. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku di vê bombebaranê de zêdetirî 40 endamên komên çekdar hatine kuştin.