Artêşa Tirk yekîneyên xwe diçerixîne Bakurê Kurdistanê!
Artêşa Tirk yekîneyên xwe diçerixîne Bakurê Kurdistanê!
Artêşa Tirk yekîneyên xwe diçerixîne Bakurê Kurdistanê!
Hikûmeta AKP'ê ku di pêvajoya çareseriyê de li Kurdistanê qereqolên nû çê kir, hêzên leşkerî yên li bajarên Tirkiyê diçerixîne Kurdistanê. Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz got, 'ewê yekîneyên leşkerî ji bajarên mezin biçerixînin bajarên li rojhilat ên xwedî nifûseke kêm.' Wezîr Yilmaz îdîa kir; "Li bajar û navçeyên yekîneyên leşkerî lê ne aboriya wan bi pêş ve diçin, emê van yekîneyan biçerixînin bajarên rojhilat ên li paş mane û aboriya wan bi pêş ve bixin."
Wezîrê Parastina Millî Îsmet Yilmaz ku ji bo beşdarî xwarina fitarê ya Serokatiya AKP'ê ya Bajêr bibe bi balafirê hat Qersê, daxuyanî da rojnamevanan û anî ziman ku ewê yekîneyên leşkerî yên li bajarên mezin biçerixînin Kurdistanê. Yilmaz îdîa kir ku ew vê yekê jî bi armanca pêşvebirina aboriya herêmê dikin.
Yilmaz da xuyakirin ku bi planeke ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ve hatiye amadekirin re, ji bo herêmên li paş mane bi pêş ve bibin, ew difikirin yekîneyên leşkerî yên li Rojavayê Tirkiyê biçerixînin Bakurê Kurdistanê.
Yilmaz weha peyivî: "Vê bizanibin ku hebûna hêzên çekdar, zindîbûneke. Ez çûm gelek bajaran û her kes dibêje; ji me re yekîneyên amator an jî hoste bişînin. Çima? Ji ber ku li ku deverê hêzên çekdar heben, ew der zindî ne. Li Meletiyê hebe, ew der zindî ye, li Konyayê hebe ew der zindî ye. Ji bo cûdahiya navbera aboriya bajaran ji holê rabe, divê yekîneyên me yên hêzên çekdar ên li bajarên mezin êdî tinebin. Divê em van biçerixînin bajarên xwedî nifûseke kêm. Serokatiya me ya Fermandariya Giştî planeke master dike. Înşalleh piştî vê planê em difikirin ku hêzên çekdar ên li bajarên mezin ragihînin bajarên xwedî nifûseke kêm. Em dixwazin herî zêde van yekîneyên xwe ji Rojava bişînin Rojhilat."
KURDISTAN BI QEREQOL Û YEKÎNEYÊN LEŞKERÎ DAGIRTÎ YE
Ji çar artêşên bejahî yên artêşa Tirk artêşa, du artêş bi awayekî fermî li Kurdistanê ne. Artêşa Duyemîn li Meletiyê, Artêşa Sêyemîn li Erzîncanê ye. yekîneyên wan artêşan jî bi piranî li herêmên hundir hatine bicihkirin. Erzurum jî, li hemberî Rûsya û Rojhilata Navîn wek qereqoleke pêş a NATO’yê ye. Her wiha ligel Tabûra Komando ya Çiyê ya Colemêrgê û Tumena Sînor a Şirnexê li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê yekîneyên komando û cendermeyan hatine bicihkirin.
Li bajarê Qersê yê ku Wezîr Yilmaz daxuyanî da Tabûra 57’emîn a Komando ya 9’emîn Tugaya Piyade, û ligel wê alaya cendermeyan û gelek qereqol hene.
Li gorî daneyên 2012’an li Bakurê Kurdistanê ji sala 2008’an heta niha aliyê Wezareta Parastina Mîllî û Fermandariya Giştî ya Cendermeyan li gorî peymana ku bi TOKÎ re çêkirine 341 qereqol tevlî hezar û 300 qereqolên ku ji berê de hene dikin. Li gorî vê hejmarê ser sînoran jî di nav de li Bakurê Kurdistanê hejmara qereqolan wê bigihêje hezar û 600 qereqolan.