Armanca BDP’ê a Wanê: Ji 14’an 14’ ye
Armanca BDP’ê a Wanê: Ji 14’an 14’ ye
Armanca BDP’ê a Wanê: Ji 14’an 14’ ye
Rêxistina BDP’ê a bajarê wane xebatên xwe yên pêş hilbijartinên nêz dibîn bi lez xist. Wê li civînekî ku li Navenda Çanda Nuda di derbarê xebatên bên kirin de 113 namzet ji bo namzetiyê ragehandin. Rêxistina BDP’ê a bajarê Wan'ê ku pêş civînê daxuyaniyekî çapemeniyê da, qetilkirina 3 Kurdên li ser sînorê Rojava şermezar kir.
Rêxistina BDP’ê a bajarê Wanê ku pêş di civîna ragehandina namzetên ji bo namzetiyê ku daxuyaniyekî çapemeniyê da, qetilkirina 3 kurdên li ser sînorê Rojava şermezar kir. Li gel girseya ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûyîn Endamê PM BDP’ê Ramazan Yildiz, Alikarê serokê BDP’a bajêrê Wanê Azim Yacan jî tevlî bûn.
‘ERDOGAN LI AMADÊ ŞOVA HILBIJARTINÊ KIR’
Alikarê serokê BDP’a bajêrê Wanê Azim Yacan ku daxuyaniya çapemeniyê xwend diyar kir ku, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li Amed'ê pêş hilbijartinên xwecîhi şov kir. Yacan ku diyarkir gelê Kurd wê bi van tiştan neyê xapandin û bal kişande ser qetilkirina ciwanên Kurd ku her roj li sînorên Ozalp, Saray û Çaldiranê têne kuştin.
Yacan nerazîbûna xwe ya li dijî qetilkirina ciwanên Kurd a liser sînorê Rojava ji aliyê leşkerên Tirk anî ziman û daxwaz kir ku hemû gelê Kurd nerazîbûna xwe li dijî qetilkirinên li ser sînor nîşan bidin.
‘AKP WÊ LI HERÊMÊ BIBE PARTIYA TABELEYAN’
Piştî daxuyaniyê endamên komisyona Hilbijartinên BDP’a Wanê jî di civîna diyarkirina namzetên namzetbûnê diyar kir ku li Wan’ê di serîde ji bo qezenckirina 14 şaredariyan pêwiste bi hemû hewildanên xwe xebatê bikin. Endamên komisyonê diyar kirin ku hilbijartin ji bo Kurdan weke referandûmêye û wiha gotin: “Êdî dema wê çendêye ku li tevayê herêmê AKP tenê bibe partiya tabeleyan.”