Amedî xwe ji bo çalakiya 4'ê Tebaxê ya li Serêkaniyê amade dike
Amedî xwe ji bo çalakiya 4'ê Tebaxê ya li Serêkaniyê amade dike
Amedî xwe ji bo çalakiya 4'ê Tebaxê ya li Serêkaniyê amade dike
Rêxistina BDP'ê ya Amedê bang li Amediyan kir ku sibeha 4'ê Tebaxê li ber avahiya BDP'ê amade bidin, ji bo biçin navçeya Riha Serêkaniyê.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê, komkujiya çeteyên El Qaîdeyê ya li dijî gelê sivîl ê Kurd, bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya Rêxistina Bajêr de nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn.
Hevserokê BDP'ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku komên çete dest yên îdîa dikin li dijî rejîmê şer dikin, dest ji rejîmê berdane û li dijî Kurdan fetwa qirkirinê didin û çi jin çi zarok Kurdên sivîl bi hovane dikujin.
Zumrut diyar kir ku duh li Helebê komkujiyeke hovane li Helebê li hemberî Kurdan hatiye kirin û got, "Li herêmên Heleb Til Hasil û Til Eranê piraniya wan jin û zarok 70 Kurdên sivîl bi hovane hatin kuştin, nêzî 350 mirovên me dîl hatin girtin. Em vê hovîtiyê bi tundî şermezar dikin."
Zumrut bang li her kesî kir ku tevlî berxwedana gelê Rojava bibin û got, "Em amade ne di vî warî de li gel gelê xwe berpirsyariyên xwe bicih bînin. Em bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku tevlî têkoşîna me bibe. Komkujiya li Rojava weke komkujiya li gelê Kurd bi taybetî ji weke komkujiya li gelê Amedê dibînin."
Zumrut herî dawî bang li tevahiya Amediyan kir ku bi giyana seferberiyê tevlî meşa 4'ê Tebaxê ya li Serêkaniya ser xetê bibin û xwest her kes saet di 09.00 de li ber avahiya BDP'ê ya bajêr li hev kom bibe.