Amedî li dijî HES’ê meşiyan

Amedî li dijî HES’ê meşiyan

Tevgera Ekolojî a Mezopotamya û Rêxistina BDP’ê a Bajarê Amedê, bi dirûşma “Hes êdî bes” li dijî HES a ku li baxçeyê Hevsel yê li ser Çemê Dîcle tê pilankirin bê çêkirin meşek li darxistin. Di meşê de Parlementerê BDP’a Mûşê Demir Çelik ku axivî diyar kir di tevayê dîrokê de çemê Dîcle azad herikiye, diyar kirin ku wê Dicleya ku heya dawiyê azad bi herike bidin jiyan kirin.

Tevgera Ekolojî a Mezopotamya û BDP’ê ji ber sedema HES ku tê pilankirin li derdora Çemê Dicle bê çêkirin ji bo protestokirina projeyê meşek li darxistin. Di meşê de Alikarê Serokê Giştî yê BDP’ê û Parlementerê Muşê Demir Çelik, serokên naveçeyan, li gel partiyan nêzî 400 kesî tevlî meşê bûn. Çalekvanên ku li Meydana Dagkapi kom bûn ber bi Sûrha Amedê ya ku 500 metreyî ji dur meşiyan pankartên bi Kurdî û Tirkî ku li ser “Em rê nadîn qetilkirina xweza û çandê a li Kurdistanê”, “Em xwedî li Dîrok, Çand û xwezaya xwe derdikevîn” hilgirtin.

Parlementerê BDP’ê Demir Çelik diyar kir ku Çemê Dicle xwedî serboriyekî bi milyaran salane û wiha axivî: “Bi milyaran sale Çemê Dicle azad di herike. Dema ku azad di herike, mirovahiyê jî, xwezayê jî û derdor jî daye jiyan kirin û wê wisan jî bi herike. Jiyan, rûh xwîn daye coxrafya Mezopotam ya. Tişta ku dikeve ser me vê jiyanê heya dawiyê dana jiyan kirine, zindî hiştine.”

Çelîk ku gotina Serokwezîrê Tirk Erdogan a li ‘Amedê’ ku ‘Kurdistan’ bi karanî bi bîr xist û wiha berdewam kir: “ ‘Kurdistan’ a ku birêz Serokwezîr anî ser ziman ji pêş Selçuk heya Sultan Sancar her Kurdistane. Heya ku Tirk pêş bên Mezopotamya, Anadoluyê, heya pêş ku li Efrîka, Ewropa û Emerîkayê jiyan nebû li Kurdistanê jiyan hebû û wê berdewam bike. Emê bi hêza xwe ya netewî weke ku me li Rojava çêkirî li gel gelê Kurdistanê emê pêk bînîn. Li rexmê we jî emê xwe û we jî bi rêve bibîn.”