Alîkariyên Rojava radestî Heyva Sor hatin kirin

Alîkariyên Rojava radestî Heyva Sor hatin kirin

12 kamyonên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin kom kirin û îro sê roj in li Deriyê Sînor ê Şenyurt ê Qoserê destûr nayê dayîn ku bigihêjin cihê xwe radestî Navenda Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Bajêr û Şaxa Heyva Sor a Mêrdînê hat kirin.

Piştî karûbarên bên kirin wê alîkariya hatiye komkirin ji aliyê Navenda Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Bajêr û Şaxa Heyva Sor a Mêrdînê ve derbasî Rojava bên kirin û radestî rayedarên pêwendîdar bên kirin.