Alîkarî li koçberên Helebê hate belavkirin
Alîkarî li koçberên Helebê hate belavkirin
Alîkarî li koçberên Helebê hate belavkirin
Komîteya Alîkariyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û komîteyên alîkariyan ên girêdayî Desteya Bilind alîkarî li koçberên ji Helebê hatine Efrînê belav kirin.
Komîteya Alîkariyan a Desteya Bilind alîkarî li koçberên ku li dibistanên gundên Soxanek, Aqîbê, Zaretê, Xirêbkê, Bêne, Cilbirê û Basilê yên Navçeya Şêrewa ya Efrînê bicih bûne belav kir. Alîkariyên hatin belavkirin ji birinc, ard, nîsk, rûn, zêt, fasûlî, ava bacanan, şekir û çayê pêk dihatin. Komîteya Alîkariyan a Desteya Bilind ard û birnc li hemû gundiyên din jî belavkir.
Li Navçeya Şera ya Efrînê jî Komîteya Alîkariyê ya TEV-DEM’ê alîkarî li koçberên li gundên Qeretepe, Qestel Kişik, qurtqilaq, Kefer Rûm, Gundê Elkê, Meydankê, Naza, gund Derwîş û Alciya belav kirin.
Alîkariyên ku li 220 malbatan hatin belavkirin ji birinc, şekir, maqirna, nivîşk, şiîre û zeytê pêk dihatin. Belavkirina alîkariyan hîn didome.