Alikara Serokê Giştî a CHP’ê Sari: Me hemû rastiyên dîwar dît
Alikara Serokê Giştî a CHP’ê Sari: Me hemû rastiyên dîwar dît
Alikara Serokê Giştî a CHP’ê Sari: Me hemû rastiyên dîwar dît
‘Dîwarê şermê’ yê ku li ser sînorê Rojava tê çêkirin Alîkara Serokê Giştî a CHP’ê Perihan Sari ku li gel heyetekê lêkolîn kir wiha got: “Car caran dibêjin çêkirina dîwar hatiye rawestandin lê me dîwar bi hemû aliyan û rastiya wî ve dît.”
Alikara Serokê Giştî a CHP’ê Perîhan Sari ku li gel heyetekê hate Mêrdînê li ser dîwarê ku li sînorê Rojava têkirin lêkolîn kir. Sari li Nisêbînê diyar kir ku ew ji bo dîtina dîwarê ewlehiyê yê ku li ser sînorê Rojava tê çêkirin hatiye Mêrdînê û diyar kir ku hikûmet gelek caran çêkirina vî dîwarî jî înkar dike.
Sari ku got: “Car caran dibêjin me çêkirina dîwar rawestandiye, lê me dîwar ji hemû alî û rastiyan ve dît” wiha berdewam kir: “Li hemû cîhanê ku sînor û yekgirtina herêman tê nîqaşkirin û behsa coxrafiyekî yekgirtî tê kirin çêkirina dîwarê sînor tenê dikare bibe zihniyeta Partiya AKP'ê. Dest ji biratiya gelan berdin Serok wezîr dixwaze bi çêkirina dîwarê di nava van gelan de wana bêxe dijî hev. Me evya li cihê wê dît û nêzikatiyên gel yên vê yekê me ji sohbetên dinava gel de firseta fêrbûnê dît.”
Heyeta CHP’ê di vegera xwe ya ji Nisêbînê de Serokê Şaredariya Qoserê Ferhan Turk ziyaret kirin û şûnde vegeriyan Amed'ê.