Agir bi daristanên li Yewnanistanê ketiye, venamire
Komîsyona Ewropayê da zanîn ku agirê li Yewnanistanê bi daristanan ketiye, heta bi niha bi tu dereke welatên Yekitiya Ewropayê neketiye.
Komîsyona Ewropayê da zanîn ku agirê li Yewnanistanê bi daristanan ketiye, heta bi niha bi tu dereke welatên Yekitiya Ewropayê neketiye.
Berdevkê Komîsyona Ewropayê Balazs Ûjvarî da xuyakirin ku ji ber agirê bi daristanên li Yewnanistanê ketiye hema çi tiştekê hewayî yê endamên Yekitiya Ewropayê hebe ji bo vemirandina agir xistine dewreyê.
Balaz Ûjvarî got ku ji fîloya Ewropayê 11 balafir û firokeyek, ji bo vemirandina agirê bi Parka Neteweyî ya Dadîayê ketiye tevî 407 agirkujan hatine şandin.
Parka agir pê ketiye li bakurêrojhilatê Yewnanistanê ye. Cihê çûkên dirinde ye. 11 roj in hêj agir venemiriye.
Cardin agir bi herêma Rodop a li nêzê Daristana Dadiayê ketiye.
Meha Tebaxê ku agir bi herêma Evrosê ket, 20 kesan jiyana xwe ji dest da. 19 jê koçber bûn. Li navenda welêt jî şivanek ku ketibû hewila xelaskirina keriyê xwe ji agir, jiyana xwe ji dest dabû.