Îsraîl li Xezeyê tevî parlamentoyê hemû saziyên Hamasê desteser kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezayê hemû avahiyên hikûmetê, parlemento û avahiyên polîsan ên girêdayî Hamasa Filîstînê desteser kirine.

Bomberdûman di roja 39’an a şerê ku bi êrîşa Hamasê ya di 7'ê Cotmehê de destpê kir de bênavber dewam dike. Tankên Îsraîlê li Xezeyê bi taybet li derdora nexweşxaneyan bi cih bûne. Îsraîl îdia dike ku Hamas nexweşxaneyan wek navenda lojîstîk û baregehên leşkerî bi kar tîne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku "Parlamentoya Hamasê, navenda hikûmetê, navenda polîsan û fakulteya endezyariyê ya ku ji bo hilberîn û pêşxistina çekan tê bikaranîn" xistine bin kontrola xwe.

Di dîmenên li ser malperên tora civakî de tê dîtin ku leşkerên Îsraîlî ala Îsraîlê ya şîn û spî li ber rûnişteka serokê parlamentoyê vekirine û her wiha li ber dîwarekî ku li ser "Bergeha Polîsên Leşkerî" hatiye nivîsandin, poz dane.

Ji dema ku Hamasê di sala 2007’an de rêveberiya Filistînê ji Xezeyê derxist, her du herêmên Filistînê ji aliyê oterîteyên paralel ve hatin birêvebirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji ber bombebarana Îsraîlê ya ji hewa, deryayê û niha jî ji bejayê bi tankan li ser Şerîda Xezeyê zêdeyî 11 hezar kes ku ji sê duyê wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.