7 gerîlayên HPG'ê yên li Çewlikê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
7 gerîlayên HPG'ê yên li Çewlikê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
7 gerîlayên HPG'ê yên li Çewlikê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed), Hîcran Gersiyor (Axîn Viyan), Rohat Sîrek (Kahraman Rodî), Ayhan Acar (Yilmaz Bîngol), Îran Yalçin (Şevîn Başkal), Emîne Oran (Axîn Jiyan û Erdal Erol (Mazlûm Serhat) ên di 23'ê Mijdara 2012'an de li bejahiya gundê Doganli yê navçeya Çewlik Dara Hênê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Li Salona Dawetê ya Bariş a navçeya Amed Baglarê, mewlûd hat dayîn.
Li ser navê gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane malbatên Gersiyor, Ceylan û Sîrek mewlûd dan. Li mewlûdê, tevî nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Goç-Der, Komeleya 78'an û Rêxistinên Civakî yên Sivîl bi sedan kes amade bûn. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên gerîlayên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan, alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin.
Li dû dûayên ji aliyê seydayên DÎAY-DER'ê hatin xwendin, ji bo cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.
Li ser navê MEYA-DER'ê Medenî Aktar peyivî û diyar kir ku gelê Kurd heta roja îro di bin zext û zilma desthilatdariyan de maye û got, "Gelê Kurd ev 40 sal in li dijî vî mejiyê tinekirinê, têdikoşe. Bi têkoşîna çekdarî ya Rêberiyê destpê kir re bi hezaran ciwanên me herikîn çiyê. Van ciwanan ji bo Kurdistan û gelê Kurd canê xwe feda kirin. Ji bo van polîtîkayên zilm û înkarê tine bikin, canê xwe ji bo gelê Kurd kirin mertal. Divê em jî weke gelê Kurd, çi jin zarok, kal pîr her kes dakevin kolanan û ji bo jiholêrakirina vî mejiyê tinekirinê, bi zarokên xwe yên li çiyê re têbikoşin."
Mewlûd bi nîşandan sînevîzyon û dayîna xwarinê bi dawî bû.