41 gêrîlayên PKK’ê yên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
41 gêrîlayên PKK’ê yên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
41 gêrîlayên PKK’ê yên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Rêveberên BDP, MEYA-DER û TUHAD-DER yên Mêrdînê 38 gêrîlayên PKK'ê yên di sala 1992'an de li gundê Cirzê û 3 gêrîlayên PKK'ê yên li Gundê Yazir di şer de jiyana xwe ji dest dan, li cihê ku jiyana xwe ji dest dan bi qurnefilan bibîr anîn.
Rêveberên BDP, MEYA-DER û TUHAD-DER yên Mêrdînê 38 gêrîlayên PKK'ê yên di sala 1992'an de li Gundê Cirzê û yê navçeya Stewrê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê bibîr anîn. Rêveberên BDP'ê yên Mêrdîn, Dêrik, Şemrex, Qoser, Midyad, Kerboran, Nisêbîn û Stewrê, endamên meclisa bajar û şên şaredariyan, rêveberên BDP'ê yên Bismil û Çinarê jî di nav de bi hezaran kesên ku li Gundê Cizrê kom bûn û heta cihê ku gêrîlayên PKK'ê lê jiyana xwe ji dest dane meşek pêk anîn.
Di çalakiyêde Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, Şaredarên BDP'i yên herêmê, nûnerên MEYA-DER'ê jî di nav de bi hezaran kes, li ber avahiya BDP'ê ya Mêrdîn kom bûn û bi karwanekî mezin çûn Gundê Cirzê. Karwanê BDP û saziyên sivîl di ketina gund de ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girse li Gundê Cirzê daketin û heta cihê bûyerê meş pêk anîn. Di meşê de alên KCK'ê û PKK'ê Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ku navê 38 gêrîlayên PKK'ê lê hatine nivîsandin hat vekirin. Girsê di meşê de bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gele, gel li vire" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kir.
Girsê piştî meşê deqeyekê rêz girtin û pitî rêzgirtinê ji bo gêrîlayên PKK'ê dua kirin. Dayîkên Aştiyê piştî axaftinan li cihê ku gêrîlayên PKK'ê lê jiyana xwe ji dest dane qurnefil danîn.
Girseyê piştî qurnefil danîn cihê ku gêrîlayên PKK'ê lê jiyana xwe ji dest dane, dîsa ji wir heta goristana Cirsê ya cihê ku ji 38 gêrîlayên PKK'ê jê 8 kes lê hatine definkirin ziyaret kirin. Girsê li vir rêz girt û axaftin kirin.
Girse pişt re çûn cihê ku 3 gêrîlayên PKK'ê di heman demê de li Gundê Yazir jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir. Girse piştî bi karwan derket rê, li ser goristana Gundê Yazir bi girseyî hatin pêşwazîkirn.
Li vir Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Ramazan Kalkan diyar kir ku, li vir Doktor Cuma û hevalên wî bedena xwe li hemberî guleyan kirin mertal û wiha got: "Ji bo doza gelê Kurd û azadiya gelê Kurd bedelên giran dan. Em li vir hemû şehîdên xwe bibîr tînin. Di sala 1992’an de li gundê Cirzê û Yazirê bi qehremanî şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. Em wan dîsa bibîr tînin. Nêzî 20 helîkopteran herêm da ber bombeyan. Her der wêran kirin. Sewal kuştin. Mirov birîndar kirin. Li ser qehremanên Kurdistanê bombe barandin. Em komkujiyê dîsa nelet û şermezar dikin. Em bi xêra van şehîdên Kurdistanê îro bi zimanê xwe di axivin û doza mafê xwe dikin.
Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz jî diyar kir ku, ew li gundê Cirzê û Yazirê li gel welatiyên gund, jin û zarokan bi alên PKK'ê û HPG'ê şehîdên xwe bibîr tînin û li wan xwedî derdikevin. Kaymaz da zanîn ku, şehîdê wan her tim di dil û mejiyê gelê Kurd de dijîn û dê her tim li têkoşîn û nirxên wan xwedî derkevin. Kaymaz xwest şehîdê wan di gorên xwe re rehet razên û ew doza wan li erdê nahêlin û wiha got: "Emê doza gelê Kurd a azadî, ziman, nasname û çandê her tim bilind bikin. Em dê rêya ku şehîdên me emanetî me kirine bi hêzek mezintir berdewam bikin. Em ji bo şehîdên xwe çi bikin hindike. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd azad bibe têkoşîna me dê bidome."
Piştî bîranînê girse bi siloganan heta cihê maşîneyan meşiyan û karwanê heyetê dîsa vegeriyan Mêrdîn û navçeyan.