35. salvegera damezrandina PKK'ê li qadên gerîla bi coş hat pîrozkirin
35. salvegera damezrandina PKK'ê li qadên gerîla bi coş hat pîrozkirin
35. salvegera damezrandina PKK'ê li qadên gerîla bi coş hat pîrozkirin
35. salvegera damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş hat pîrozkirin. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan li pîrozbahiyê axivî û got, "Mîna ku Rêber Apo dibêje PKK partiya şehîdan e. Şehîd di nava PKK'ê de dijîn."
35. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji aliyê gerîlayan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat, bi merasîma leşkerî û rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan li vê derê axivî û 35. salvegera damezrandina PKK'ê li tevahiya gelê Kurd û gerîla pîroz kir.
'ŞEHÎD BI PKK'Ê DIJÎ'
Kalkan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî gotiye "PKK partiyeke şehîdan e" û got, "Şehîd bi PKK'ê dijîn.
Kalkan wiha axivî:
"Ji rastiya şehadetan em têdigihêjin ku têkoşîna me ya azadiyê xelekên zincîra şehîdan e. Ya ku me bi coşa azadiyê, bi vîn û zanyariyeke mezin, bi serbilindî û bi rûmet aniye roja îro, berxwedana şehîdên leheng e. PKK dema ava bû hedefa afirandina rastiya gelekî danî pêşiya xwe, ku karibe ji bo Kurdistanê, ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya mirovahiyê şehîdan bide û li ber xwe bide. Rêbertiyê got, afirandina gelekî bi vî rengî, faktora bidestxistina serketinê ye. Ji ber vê yekê jî got, 'Hêvî ji serketinê bêtir bi nirx e'. Em îro bi saya şehîdên xwe yên leheng, ku hejmara wan zêdeyî 20 hezarî ye, gihaştine roja îro. Gelê me dema lehengiyê ya neteweyî, dema gelbûyîna lehengiyê, di şopa lehengên neteweyî de, bi cesaret û fedekariyeke mezin ji bo azadiyê serdemeke ku di rewşa cejnê de dimeşe, dijî. Şehîdên me ev ruh û meş bi me dan qezençkirin. Ji ber vê yekê, ji bo serketina xeta Apoyî meşa di şopa şehîdên leheng de, hem deynê me ye hem jî rêya yekane ya serketinê ye."
Kalkan da xuyakirin ku di 35. salvegera damezrandina PKK'ê de ew di rojên girîng re derbas dibin û got, "Em 35. salvegera damezrandina xwe bi bîranîna şehîdên xwe yên leheng û şehîdên Rojava pîroz dikin. Her wiha di sala 2012'an de di têkoşîna gel a şoreşger de me ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî fermandarê pêşeng hevalê Reşîd şehîd dan. Em yekemîn salvegera vê şehadetê dijîn. Gelê me li her qadê, salvegera damezrandina partiya me li ser bingeha bîranîn û fêmkirina xeta şehîdên leheng, dijî. Gel û jinên Kurd ev rastî dîtin; ji jiyana azad bêtir tiştekî bi nirx nîne. Ji têkoşîna di rêya azadiyê de wêdetir tiştekî bi nirx nîne. Jiyana bi nirx, mirina bi nirx, ya di rêya azadiyê de ye. Şehîdên di oxira azadiyê de hatine dayîn, ji bo mirovahiyê her tim nirxên heqîqetê yên hêzê didin e."
Kalkan diyar kir ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kerîm Şirnak ku di 2012’and e jiyana xwe ji dest da piştî pêngava 15’ê Tebaxê sala 1984’an şûnde tevli PKK’ê bûye, berbi qadên gerîla meşiyaye û yek ji pêşengê ciwanên ku dixwazin Botanê biguherin cihê berxwedan û azadiya gelê kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî pêngava 15’ê Tebaxê şehîdê me yê yekemîn yê partiya me yê Botanê Kerîm Bayraktar e. Heval Kerîm li navçeya Dêrik a Mêrdînê bû. Hevalekî ku di yekemîn koma ciwanên tevli PKK’ê bûn de cih digirt. Di sala 1977’an de di yekemîn komîteya Dêrikê ya PKK’ê de cih girtiye, li derveyê welat perwerdehî dîtiye, li Botanê tevli pêngava 15’ê Tebaxê bûye. Di encama komploya hinek hevkar û hêzên sixûr de di sala 1984’an de meha îlonê de li Gabarê Şehîd ket. Hevalê Kerîm yê Botanî xwedî li bîranîna vî rêhevalî derket û navê wî girt, ala wî hilda. Di têkoşîna xwe ya 30 salî de li hemû qadên gerîla ev al hilda û wek Kerîm jiya û şer kir. Tenê navê Kerîm negirt. Xwedî li têkoşîna heval Kerîm derket û di esasa ku têkoşîna wî bimeşîne de jiyan. 7’emîn Konferansa HPG’ê hevalê Kerîm wek ‘Sembola durustî û giradayînê’ da nasîn. Hevalê Heqî, navê şehîdê yekemîn yê mezin ê partiya me hakî Karer girt. Û heta dawiyê ala wî hil da. Bi hamleya 1’ê Hezîranê di her qada şer de keda hevalê Hakî heye. Hevalê Hakî, yek ji nûnerên herî mezin yê ku xwedî li nirxên partiyê derketiye ye."
Kalkan da zanîn ku Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Reşîd Serdar di Têkoşîna gel a Şoreşger de di sala 2012’an de jiyana xwe ji dest da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalê Reşîd, ji salên 90’î şûnde gerîlatiya ku hevalê Egîd li Botanê dabû destpêkirin li her qadê belav kir û bi israr, bi qehremaniyeke mezin da meşandin, pêşve bir û ket nava hewldanên artêşbûnê. Her tim bi cesaretek mezin û bi fedekariyeke mezin di eniya pêş de cih girt. Di berxwedana ku di salên 90’î de li Botanê hate nîşan de para wî û keda wî gelek gelek girînge. Bi taybet ji 1’ê Hezîranê û vir de li qada Zagrosê, çalakiyên herî mezin ya berxwedana gerîlayan danî holê û fermandarê ku rêxistin kir ew bû. 7’emîn konferansa HPG’ê hevalê Reşîd wek ‘Ruhê Têkoşîna şerê Gel ya Şoreşger’ bi nav kir.
Kalkan salvegera damezrandina PKK’ê li hemû gel û mirovahiyê pîroz kir û wiha pê de çû: “Di 35. salvegera damzerandina partiya me de em bi biryar û îdiaya ku dê ala ku wan ji bo me hiştiye dê bilintir bikin dimeşin. Ev berxwedan; rastiya ku mîlîtanên pêşeng ê her demî îfade dike. Partiya me di 35. salvegera damezrandina xwe de Hakî Karer, Sara, ji şehîdên rojava Kerîm û Reşît û her wiha hemû şehîdên leheng careke din bi rêz bibîrtîne û soza xwe ya bo bilindkirina têkoşîna wan dûbare dike. “
Piştî axaftina Duran Kalan, li stranên koroyê yên ku gerîlayên ciwan amade kiribûn hatin guhdarîkirin. Piştî gerîlayên ciwan koma Awazê Çiya derket ser dikê û stranên xwe yên bedew pêşkêş kir Gerîlayan jî li ber stranan govend gerand.