30 deqeyên ku Parîs kir gola xwînê
Li Fransa roja Înê komkujiyek mezin çêbû, heta niha kes rastî dîmenekî şer ê wiha nehatibû.
Li Fransa roja Înê komkujiyek mezin çêbû, heta niha kes rastî dîmenekî şer ê wiha nehatibû.
Li Fransa roja Înê komkujiyek mezin çêbû, heta niha kes rastî dîmenekî şer ê wiha nehatibû. Li kolanên paytextê bombeyên zindî, li kolan û kafeyan êrîşên bi keleşnîkofan pêk hat.
Piştî vê drama giran li tevayî Fransayê rewşa awarte hat îlankirin, sînor hatin girtin. Şaredara Parîsê Anne Hîdalgo û Mîdûriyeta Emniyetê ya Parîsê xwestin welatî ji malên xwe dernekevin.
Li Parîsê 6 êrîşên hemwext pêk hatin. Di van êrîşan de herî kêm 128 kesî jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 300 kesî jî birîndar bû. Ji birîndaran rewşa 80 kesî krîtîk e. Fikar hene ku hejmar zêdetir jî bibin. Çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovatiyê, komkujî girtin ser xwe.
JI ÊRÎŞKARAN YEK SÛRIYEYÎ, YEK FRANSÎ, YEK JÎ MISRÎ
Hat diyarkirin ku 8 bombeyên zindî tevlî êrîşên bûn. Êrîşkar giştî çekdar bûn, piştî cebilxaneyên xwe qedandin, xwe teqandin. Li gor servîsên Fransî 8 êrîşkar mirin, ji van 7 kesî xwe teqand, yek ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Çavkaniyên polîsan diyar dikin ku ji êrîşkaran li ser yekî pasaporta Sûriyeyê, li ser yekî din jî pasaporta Misrê heye. Hate destnîşankirin ku êrîşkarekî sêyemîn jî welatiyê Fransa ye. Xebatên tespîtkirina nasnameyan didome.
Ev êrîşan tevahî di nav 30 deqeyan de pêk hatin. Li herêma Parîsê tevahî çalakî hatin qedexekirin. Kargeh, salonên sînema û muze hatin girtin. Pêşbirkên sporê yên Şemî û Yekşemê li herêma Parîsê tevahî hatin taloqkirin.
Li hemû avahiyên fermî yên Fransa yên li derveyî welat tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin. Tevî qedexeya xwepêşendanan jî li her derê Fransa bangên çalakiyan hatin kirin. Çavlirê ye ku li dehan bajarî çalakî bên lidarxistin.
HOLLANDE: EV ÎLANA ŞEREKÎ YE
Serokkomarê Fransa François Hollande, diyar kir ku êrîşên duh bi şev li Parîsê pêk hatin û 128 kesan jiyana xwe ji dest dan ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatine.
Hollande yê li Qesra Elysée axivî got: “Tiştên şevê din pêk hatin îlana şerekî ye. Ev êrîşeke artêşa terorîstan a li hember welatê me yê azad e. Li derve hatiye amadekirin û plankirin. Êrîşeke ku li hundir hevparên wan ên sûc hene. Ev karekî barbariyê ye.”
Hollande, duh bi şev gotibû: “Fransa bi êrîşeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin re rû bi rû ye. Em ê bê rehm bin.”
François Hollande anî ziman ku hejmara kesên di êrîşên Parîsê de jiyana xwe ji dest dane 127 kes in. Dozgerê agahî dan ajansa nûçeyan Reuters jî diyar kiribûn ku hejmara miriyan 128, 99 kes jî bi giranî birîndar in.
Ji ber êrîşan li Fransayê 3 rojan şîn hat îlankirin.
GIRÊDANA WÊ YA BI ELMANYA RE
Hefteya bihurî li Elmanyê ku kesek bi çekên otomatîk û teqemeniyan hat girtin, li ser tê sekinandin ku îxtîmala têkiliya wî bi êrîşên Parîsê re heye. Cîgirê Serokê Eyaleta Bavyera Horst Seehofer, diyar kir ku ev îxtîmala bingeha girêdanekê ye.
Polîsên Elman ragihandibûn ku 5’ê Mijdarê li Bavyera kesekî ku ber bi Parîsê vediçû hat girtin. Li gor polîsan di wesayîta vî kesî de çek û teqemenî hebûn.