27'ê Mijdarê li Moskowayê hat pîrozkirin

27'ê Mijdarê li Moskowayê hat pîrozkirin

35. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Rûsya Moskowayê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Endamê Rêveberiya Mala Kurda Adil Cotkar di axaftina ya li vê derê de got, "PKK ji Kurdan re bûye hêviya jiyanê" û salvegera damezrandinê li Kurdistaniyan pîroz kir.

Kurdistaniyên li paytextê Rûsyayê Moskowa û navçeyên derdor dijîn ji bo 35. salvegera 27’ê Mijdarê roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz bikin di şahêyekê de hatin cem hev. Şahî duh êvarê seat di 18:00’an de li salona Mala Çandê ya Lûnaçarskî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku jiyana xwe di tekoşîna azadiaya gelê kurd de jidest dane destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser kurtedîroka PKK'ê hat nîşandan û bi baldariyeke mezin lê hat temaşekirin.

Di şahiyê de endamê Rêveberiya Mala Kurda Adil Cotkar li ser wate û girîngiya rojê ji Kurditaniyan re axaftinek kir. Cotkar di axaftina xwe bal kişand ser rola PKK’ê di dîroka Kurd û Kurdistanê de û got: “bi sedan salan gelê kurd li ser axa xwe bi bindestî jiya. Gelek caran serhildan dane destpêkirin, lê hemû serhildanên wan hatine tepisandin. Di 27'ê Mijdara sala 1978’an de, ji bo Kurdan hêviyek nû derket holê. PKK ji bo Kurdan bû hêviya jiyanê. PKK di têkoşîna xwe ya 35 salan de bi hezaran şehît da. Bi saya wan şehîdan îro PKK bûye îradeyek wisa mezin ku êdî kes nikare serê wê bitewîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Cotkar Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got: “Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me bi îradeya xwe ya azad çarenûsa xwe diyar dike. Li şûna hemû Kurd bi vê serfiraz û şad bibin hin kes hene ku vê şoreşê ji nedîtî ve tên û dibêjin li wir şoreş nîne. Ger vê yekê mirovekî ji rêzê be mirov dikare bêje ew nizane, lê dema yê vê gotinê dibêje Kurd be û serokê herêmekê be wê demê di bin vê de gelek tiştên cûda hene. Xwediyê ve gotinê Mesûd Barzanî pêwîste Barzanî ji ber vê gotina xwe lêborîna xwe ji gelê Rojava re bixwaze û dev ji van gotinên zerar dide gelê Kurd berde. Her wiha ji ber van gotinên ku tu tiştekî bi kurda nade qezençkirin em Mesûd Barzanî şermezar dikin. Pêwîste Barzanî jî li cem gelê xwe be û wek her Kurdekî bi destketiyên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş be. Em Kurdên li Rûsyayê dijîn bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê serbilindin û ji destpêkê ve em piştiriya vê şoreşê dikin.”

Piştî axaftinê mesajên pîrozbahiyê yê ji hêla sazî û rêxistinên Kurd û neteweyên cuda ku 35. salvegera PKK’e pîroz dikin hatin xwendin. Piştî xwendina mesajan şahî  bi bernameya muzîkê berdewam kir. Bi dorê hozan Berfîn, Mîroyê Qenat, Mîrza Axa, Hecî Ebbasî û ji koma Çarnewa Serhat derketin ser dike. Şahî heya derengê şev bi stranan û gerandina govendê berdewam kir.