ÇAND Û HUNER
Belgefîlma "Rojiya Jiyanê” ku ji hêla hunermendên TEV ÇAND û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hat amadekirin, bîra Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Zindana Amed bi vegotineke helbestî wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Di encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî de hate ragihandin ku "Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd" hatiye avakirin. Di encamnameyê de hate gotin, "Pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt a demokratîkbûnê heye."
Roja duyemîn a Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên zarokan, meşa çandî û bi defîleya cilên neteweyî ji herêmên cuda yên Kurdistanê rastî eleqeyek mezin hat.
Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bû qada ji rê û resmên Êzdatiyê. Şahî bi girseyî û coş pêk hat.
Tîrêj Roj: “Hunera wê bûye pêşenga tarzeke neteweyî ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran, bi hunera xwe çand û zimanê Kurdî parastiye, ji hezaran jinên ciwan re bûye çavkaniya îlhamê.”
Hemû Nûçe
-
-
-
Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn
Xanim Qadir Yûsif ku bi temenê xwe yê 85 salî tevnê dike got, "Ez ê heta mirinê jî vî karî dewam bikim û xaliyan jî birêsim. Kurê min ê şehîd jî ji karê min pir hez dikir. Her ku ew dihat malê, li kêleka min rûdinişt û li min temaşe dikir."
-
-
-
-
-
Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev
Wênevan Sarya Melek Demîr di pêşangeha xwe de ya bi navê "Fîncanek Ax" jiyan, berxwedana jinan û hişê civakî bi bêhna xakê re kir yek. Sarya Melek Demîr got, "Min hewl da di navbera hûnandina jiyanê ya jinê û berhemdariya xakê de têkiliyekê biafirîne."
-
-
-
Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn
Jiyan û têkoşîna hunerî ya hunermend Elî Mansûr di bîranîna 40 rojî de li Kolnê hat vegotin. Hevalên wî bal kişandin ser ked û xebata wî ya çanda Kurd û hunera şoreşgerî û gotin, "Elî Mansûr nemiriye; ew ê bi berhemên xwe bijî."
-
-
-
-
12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, 12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê ku hatî organîzekirin; bi panel, nîşandana fîlm û dîwana dengbêjan dest pê kir. Di çarçoveya festîvalê de bang li her kesî hate kirin ku beşdarî meşa “Gavek ji bo Aştiyê” bibe
-
-
Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn
Hozan Şemdîn li bajarê Koln ê Elmanyayê konserek têr û tije pêşkêşî muzîkhêzan kir. Konser bi stran, şano û duetan di nav coşeke mezin de derbas bû. TEV-ÇAND û Koma Berxwedanê jî plakata “Spasiyê" dan Hozan Şemdîn.
-
Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir
15’emîn Rojên Çanda Kurd li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi tevlîbûneke xurt destpê kir. Çalakiya ku di 13’yê mehê de deriyên xwe vekirin, dê heta 16’ê Gulanê bi bernameyên çandî, hunerî dewam bike.
-
-
Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin
5’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya ji aliyê CDK-F’ê ve tê organîzekirin, wê di navbera 29-31’ê Gulanê de were lidarxistin. Di festîvalê de ji şanoyê bigirin heya sînema û pêşandanan wê sê rojan çanda Kurdî careke din li Parîsê were pêşkêşkirin.
-
-
Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min
Komîna Fîlm a Rojava fîlma bi navê “Heval Kekê Min” ku jiyana malbatekê di dema dagirkirina Tebqayê ji aliyê DAÎŞ’ê ve vedibêje de amade kiriye. Piştî temamkirina fragman û poster, dê fîlm beşdarî mîhrîcanan bibe.
-
Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin
Li bajarê Şarlova yê Belçîkayê bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê Mala Çandê ya Med di salvegera şehadeta Ozan Mizgîn de hate vekirin. Rojnamevan Soro got, "Ev pêvajo pêvajoya parastina çanda xwe, xwedîderketina li zimanê xwe û pêşvebirina hunera Kurd e."
-
Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand
Dîlan Sipêrtî, bi wesîleya salvegera şehadeta Ozan Mizgîn axivî û behsa jiyan, huner û têkoşîna wê kir û got, “Ozan Mizgîn hem di warê hunerê de û hem jî di xebatên rêxistinî de rolek pêşeng lîstiye.”
-