ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê
Bîra evîn, ax û berxwedanê di klîbekê de ji nû ve zindî dibe. Klîba Derwêş û Edûlê ya Hunergeha Welat, bes ne tenê destanek e, di heman demê de banga gelê Kurd ya nejibîr vediguhezîne roja me ya îroyîn. -
Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe
Koma Awazên Çiya yê ku bi hunera çiyayan di dilê gel de cih girtiye, di demekê nêz de wê albûmekê nû biweşîne. Endamên komê, anîn ziman ku têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe û gotin, “Em dixwazin bi hunera xwe bibin dengê gelê xwe.” -
Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin
Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê ji bo helbesta "Ji Hemû Zarokan re" ku ji hêla Rêber Apo ve ji bo zarokan hatiye nivîsandin klîbek anîmasyonê amade kir. -
Cangoriyên Şengalê bi klîba 'Şehîdên welatê me' hatin bîranîn
Di salvegera 11'emîn a fermana 3'ê Tebaxê de cangoriyên Şengalê bi stranekê hatin bîranîn. -
Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad
Hin nav nayên gotin, têne hilgirtin. Hin awaz nayên bihîstin, têne jiyîn. Dengê Hozan Serhad jî dengekî bi vî rengî ye: ne li gorê, lê li çiyê, ji çiyê jî ber bi hişê mirovan hatiye veşartin. -
Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin
Di 139’emîn Gala Madenvanên Durhamê de ku li Durhamê li bakur-rojhilatê Îngilîstanê hate lidarxistin, mijara azadiya Rêber Apo cara duyemîn di dîrokê de bi awayekî vekirî hate destgirtin. -
Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê
Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi klîbekê bi bîr anî. -
TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn
TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn hunermendê şoreşger Alî Temel di salvegera 31’emîn a şehadeta xwe de bi bîr anîn. -
Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye
Hunermendê Kurd Rotînda jî wê beşdarî Festîvala Zarokên Kurd a li qada Winterthur Barbara-Reinhartê bibe. Festîval wê 13’ê Tîrmehê saet di 10:30’î de destpê bike. -
Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: 'Du Deng, Yek Bîranîn'
Li Heidelbergê di navbera 17-19’ê Tîrmehê de wê li ser mîrateya Mûsa Anter û Hrant Dînk çalakiya "Du Deng, Yek Bîranîn" were lidarxistin. Çalakî ji bo bîranînên hatine çewisandin, vegotinên dîasporayê û hewldanên aştiyê wê rê li ber qadeke hunerî vedike. -
Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje
Rênas Mirad bi rêya firçeya xwe çîrokên êş, berxwedan û hêviyên gelê xwe vedibêje. Ji Qirkirina Êzidiyan heta bi koçberiya ji cih û warê xwe, hunera xwe weke pirekê bi kar tîne û bîranînên xwe, yên civaka xwe tîne ziman. -
Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî
Li Mala Çandên Neteweyî ya li bajarê Krasnodarê ji aliyê kesayetên çandî û hunerî yên Krasnodar û herêma Stavropolê ve têkildarî avakirina saziyeke çand û hunerê civînek hate lidarxistin. -
Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de konserên ku li bajarên cuda yên Îtalyayê tên lidarxistin di sala 2’yan de dewam kir. -
Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!
Li Gimgimê jinên ku di festîvala jinan de hatin ba hev, bi atolyeyan pêvajoya siyasî û sernavên sereke yên di rojevê de nîqaş dikin. -
Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin
Bi pêşengiya mamosteyên ZarokMa û GerokMa û tevkariya Dergah, Meclisa Jinan a Nûda û meclisa xwecihî, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin. -
Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket
Çapa duyem a pirtûka Zekî Bayhan a bi navê ‘’Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’’ ji aliyê Weşanxaneya Belgeyê ve hate weşandin. -
Pirtûka 'Şerê Têkel' hate çapkirin
Pirtûka 'Şerê Têkel (Hîbrîtî)' a ji aliyê Amed Şaho ve hatî amadekirin, ji 8 beşan pêk tê. Di her beşeke pirtûkê de taybetmendiyên şerê têkel hatiye şîrovekirin. -
Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan
Dokûmantera 'Kebîre' ya li ser jiyana aktîvîst û siyasetmedar Kebîre Yildiz, li bajarê Bern ê Swîsreyê hate nîşandan. -
Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne
Muzîkjena ciwan Fatoş Ereklî, ku li Mannheimê ji ber strana Kurdî gotî rastî êrîşeke nijadperest hat, ji bo bûyerê gilî kir. Ereklî, diyar kir ku ew ê bi zimanê xwe yê dayikê muzîkê bidomîne û got, "Kes nikare me bitirsîne." -
Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20'emîn
Navenda Kombûna Jinan a UTAMARA ku li eyaleta Rheiland-Pflaz a Elmanyayê kar dike, bi dirûşam 'Hûn nikarin xeyalên me bidizin' îsal cara 20'emîn festîvala zarokan a kevneşop lidar xist. -
Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera 'Rojava'
Dokûmantera 'Rojava - Di navbera demokrasî û şer de' ku qala modela xwerêveberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dike, li Parlamenta Îngilistanê hate nîşandan. -
FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin
Festîvala Fîlm Dokûmanter a FîlmAmed îsal cara 9'emîn pêk tê. Endamê Komeleya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn Emîn Îsî got, "Festîvaleke rengîn li benda me ye." -
Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin
Li bajarê Reims ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên Kurd ên Fransa (Ciwanên Kurdistanî yên Fransa-CKF) û Komeleya Arîn Mîrkan 3’yemîn Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad wê bê lidarxistin. -
34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê
36’emîn Mihrîcana Govenda Kurdistanê îsal di navbera 7 û 8’ê Hezîranê de li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hat lidar xistin. -
Di festîvala Respectê de Kurd bi 'Govendê' li ber nijadperestiyê rabûn
Di 28’emîn Festîvala Respectê (Hurmet) a ku li bajarê Exeter a Brîtanyayê de hat lidar xistin, Kurdan komxebata ‘Govendê’ ku şêwayek a berxwedanê ye ava kirin û li dijî nijadperestiyê banga girtina govendê kirin.