ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
'Şeva Çaran' îşev li ser ekranên Medya Haber TV'yê ye
‘Şeva Çaran’ wê îşev di salvegera darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de di televîzyona Medya Haberê de bê weşandin. -
Awûstûrya xwe ji şahiya “Aştî û azadiyê mezin bikin” re amade dike
Awûstûrya di 14’ê Îlona 2025’an de wê careke din malovaniya têkoşîna aştî û azadiyê ya gelê Kurd bike. -
Hunermendan ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bang kirin
Hunermendên ji TEV-ÇAND’ê bang kirin ku bi kincên xwe yên gelêrî, bi stran û dirûşmên xwe beşdarî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bibin. -
Konservatûara Aram Tîgran jinûve destpê dike: Kelecana me mezin e!
Konservatûara Aram Tîgran a ku ji aliyê qeyûm ve hate girtin, piştî 9 salan jinûve dest bi perwerdeyê dike. Li konservûartarê ku qeyda kursê destpê kir, perwerde wê 27’ê Cotmehê destpê bike. -
Strana 'Pirga Cizîrê' ya 200 salî bi klîbeke nû hate weşandin
Derhêner Serhat Hulaku ji bo strana "Ji Destanên Geliyê Goyan Pirga Cizîrê" klîbek amade kir. Klîb îro li ser malpera Art Media a Youtubeyê hate weşandin. -
Hevserokên KON-MED’ê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî festîvalê bibin
Hevserokên KON-MED’ê ji bo Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn banga tevlîbûnê kirin ku wê 13’ê Îlonê li Dortmundê bê lidarxistin. -
Stranek ji bo Kaytan û Altûn: Du çiya
Ji bo ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn straneke nû hate amadekirin û klîb hate kişandin. Strana bi navê ‘Du Çiya’ ji aliyê Bengî Agirî û Zelal Asli ve hate gotin. -
1,500 sînemageran banga boykotkirina saziyên Îsraîlê kirin
Nêzîkî 1500 sînemager ku di navbera wan de Olivia Colman, Javier Bardem, Mark Ruffalo, Tilda Swinton û Yorgos Lanthimos jîcih digirin, hin saziyên sînemayê yên Îsraîlê bi ‘’hevkariya komkujiyê’’ sûcdar kirin û dan zanîn ew ê li gel wan saziyan nexebitin. -
Agirê Jiyan li Dusseldorfê derkete ser dikê
Yek ji komên muzîkê yên ku mohra xwe li salên 1990'î xist, Agirê Jiyan piştî demeke dirêj careke din derkete ser dikê. -
Agirê Jiyan piştî 7 salan konserê dide
Agirê Jiyan piştî salên dirêj vegeriya. Kom roja Şemiyê (06.09.2025) li Düsseldorfê konserekê lidar dixe. -
Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn bi dirûşma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ 13’ê Îlonê tê lidarxistin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever got, wê di festîvalê de îradeya xwe nîşan bidin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. -
Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir
Dengbêj Suleyman Kabûl (Silêman Şirnexî) ku xwîn çû ser mejiyê wî û demekê felç bû, di 73 saliya xwe de koça dawî kir. -
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin
Festîvala ku bi dirûşma ‘Ji bo avakirina civaka demokratîk, aştî şert e’ tê lidarxistin, wê Kurdên li Ewropayê bigihîne hev. -
Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e
Hunermendê navdar ê civaka Kurd Hozan Şemdîn encamên rêwîtiya xwe ya dengbêjiya Kurdî bi hezkiriyên xwe re parve dike. -
Festîvala 33'emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13'ê Îlonê li Dortmundê ye
Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku bi veguheriye kevneşopiyekê, îsal 13'ê Îlonê tê lidarxistin. KCDK-E û TJK-E'yê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kirin. -
Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû
Festîvala ku bi armanca xwedîderketina li çand û hunera Kurdî li Belçîkayê ev sê roj bûn dewam dikir, bi beşdariya hezaran kesî bidawî bû. -
Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn
Li bajarê Zurich ê Swîsreyê di Festîvala Çanda Kurd a 1'emîn de bi hezaran kes li hev kom bûn. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mohra xwe li festîvalê xist. -
Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd
Bi pêşengiya PKAN’ê li paytext Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd hate lidarxistin. -
Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir
Festîvala Çanda Kurd a ku li Brukselê bi dîmenên rengûreng destpê kir, ji konseran heya folkloran, ji xwarinên herêmî heya defîleyan bernameyeke berfireh pêşkêş dike. -
Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye
1’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Swîsreyê ya ku wê di 23’yê Tebaxê de li Hardturm Areal a bajarê Zurîh ê Swîsreyê were lidarxistin, wê gelek kesan bîne ba hev. -
Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin
Di demeke nêz de wê li bajarê Kobanê dibistana mûzîkê were vekirin ku xebatên dibistanê wê li ser çanda bajarê Kobanê û Kurdî bin. Şagirst jî wê li ser hemû ensturmanên hunerê werin perwerdekirin. -
Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir
Koma Awazê Çiya stranên xwe yên ji albûma xwe ya nû ya ‘Dara Jiyanê’ got û Cejna Vejînê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gerîla re pîroz kir. -
Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket
Awazê Çiya albûma nû ‘Dara Jiyanê’ pêşkêşî muzîkhezan kir. Albûma ku li malpera Youtube ya Med Hunerê hate weşandin, ji deh berhemên nû pêk tê. -
‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’
Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr wê di 16'ê Tebaxê de li bajarê Dûîsbûrgê bi dirûşma 'Şoreşa Çandî ber bi sosyalîzmê ve' pêk were. Di festîvalê de wê navên navdar ên muzîka Kurdî û her wiha çalakiyên çandî û nîşandana fîlman werin lidarxistin. -
Niha dema Cegerxwîn e
Enstîtuya Çandî ya Kurd-Elman (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) kuliyata helbestên Cegerxwîn derbasî dîjîtalê dike.