BI DÎMEN

Koma Hevra destana 'Dewrêşê Evdî û Edûlê' şîrove kir

Koma Hevra ku li ser kevneşopiya KOM'ê dimeşe, destan "Dewrêşê Evdî û Edûlê" bi şîroveyeke nûjen pêşkêş kir Klîba anîmasyonê ku ji bo berhema nû ya komê hate amadekirin, li ser platformên dîjîtal hate weşandin.

KOMA HEVRA

Koma Hevra ku beriya heft salan ava bû û karên xwe bê navber dewam dike, bi vê berhema xwe re ku qala çîroka eşqê ya destanî dike, dixwaze hem têkiliyeke muzîkal hem jî ya çandî dîne. Endamên komê li ser karê xwe daxuyaniyek dan û gotin, "Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê ji aliyê dîrok, çand û sosyolojiya Kurdan ve xwedî cihekî gelekî girîng e. Birêz Ocalan jî li ser vê destanê nirxandinên sosyolojîk ên kûr kir. Bi gotina, 'Eşqa Kurd tenê dema bi heqîqeta welêt û civakî re bû yek dikare bi wate bibe û bi ser bikeve' ev rewş di şexsê eşqa Dewrêşê Evdî û Edûlê de şênber kir. Me ev berhema ku destaneke Kurd-Êzidî ye, jinûve şîrove kir. Piştî kedeke dirêj û bi wate em kêfxweş in ku 'Dewrêş û Edûlê' pêşkêşî we guhdaran bikin."

Klîba berhemê ku gotin û muzîk bi temamî ya Hevra ye, bi teknîka anîmasyonê hate amadekirin û bi dîmen qala çîroka kûr û trajîk a Dewrêşê Evdî û Edûlê dike.