ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ'ê hate kirin
Li Spanyayê pêşangeha "Jinên di navbera şeran de" hate vekirin û işaret bi têkoşîna YPJ'ê hate kirin. -
Koma Hevra destana 'Dewrêşê Evdî û Edûlê' şîrove kir
Koma Hevra ku li ser kevneşopiya KOM'ê dimeşe, destan "Dewrêşê Evdî û Edûlê" bi şîroveyeke nûjen pêşkêş kir Klîba anîmasyonê ku ji bo berhema nû ya komê hate amadekirin, li ser platformên dîjîtal hate weşandin. -
Xelata Wêjeyê ya Nobelê nivîskarê Macar László Krasznahorkai wergirt
Nivîskarê Macar László Krasznahorkai Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2025’an wergirt. -
Pirtûkxaneya Şilêr çanda xwendin û naskirinê xurt dike
Rêvebera Pirtûkxane û Cafeya Şilêr Fîdan Muhemed diyar kir ku Pirtûkxaneya Şilêr pirtûkên gelek zimanan li pirtûkxaneyê tê peydakirin û tekez kir ku ji her beşên civakê berê xwe didin pirtûkxaneyê, li vir çanda xwendinê û hev naskirinê pêş dixin. -
Navenda berxwedana çandî ya 34 salî: NÇM
NÇM’ya ku li hemberî qirkirina çandî û asîmîlasyonê hatiye avakirin, çand û hunera Kurdî zindî hiştiye û bi dayîna bedêlan ev yek pêk aniye, dikeve 34 saliya xwe. -
Suleyman Çarnewa: Di 25'ê Cotmehê de em bi milyonan re daxwaza aştiyê bikin
Koma Amed piştî 27 salan wê li Amedê konserekê bide. Endamê komê Suleyman Çarnewa got, "Em tên ku deynê xwe bidin. Em ê bi hev re daxwaza aştiyê bikin." -
Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin
Pirtûka 10 akademîsyen û rojnamevanekî ya li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Kopenhagen û Stockholmê hate nasandin. -
Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan
Belgefîlma bi navê ‘Vartinîs’ ku li ser komkujiya Vartinîs a di 3’yê Cotmeha 1993’yan de ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kirin û pêvajoya bêcezatiyê ya piştî wê vedibêje, dê îro li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bê nîşandan. -
Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe
Endamê Komîteya Amadekar Sîpan Dagdevîren li ser 'Festîvala Fîlman a Dokûmanter a FîlmAmed' axivî ku wê 26'ê Îlonê destpê bike û got, "Armanca me ji festîvalê ew e ku ya nayê dîtin nîşan bidin, hişê têkoşînê zindî bihêlin." -
Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev
Pirtûka nivîskar û rojnamevanê Kurd Denîz Bîlgîn a bi navê ‘Pioggia di nuvole’ wê li Îtalyayê di 6’ê Cotmeha 2025’an de li pirtûkfiroş û platformên online derkeve pêşberî xwînerên xwe. -
Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2'yemîn
Dokûmantera Vejîna Kurd a ji qirkirinê ber bi jiyana azad ve, wê vê hefteyê beşa 'Rojên Rojhilata Navîn' biweşîne û qala serdemeke girîng bike. -
Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê 'Heval Birako'
Komîna Film a Rojava çîroka ku rojnamevan Nazim Daştan qala wê kiribû, bi navê “Heval Birako” kir film û diyarî bîranîna Nazim Daştan kir. -
5'emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin
5'emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim li Marsîlyayê hat lidarxistin. Mihrîcan bi dîmenên rengîn û gerandina govendê bi dawî bû. -
Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev
Orkestraya Fîlharmonîk a Brukselê di konserekê de ku li NOVUM TEATR’ê hate lidarxistin de stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev. -
Hunermend Julîde Kural vîdeoyek bi navê ‘Ji bo aştiyê soza min heye’ amade kir
Hunermed Julîde Kural, ji bo banga aştiyê bike projeyeke vîdeoyê ya kolektîf amade kir. -
Pirtûka 'Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê' bi Spanî hate weşandin
Pirtûka yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê û ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a bi navê 'Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê' bi zimanê Spanî hate weşandin. -
Hunera Mizgîn, hunermenda nemir Merziye Rezazî bi bîr anî
Hunera Mizgîn, hunermenda nemir Merziye Rezazî bibîr anî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wê derkevin. -
Şanoya Kurd hilberîna xwe her tim dewam kir
Ji Civata Şano ya Golge perwerdekara şanoya Kurdî Rewşan Apaydin anî ziman ku şanoya Kurd li gel zext û zordariyê jî her timî hilberîna xwe dewam kir. -
JI 5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Sînan Dersim re demek kurt ma
5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a ku ji bo bîranîna Şehîd Sînan Dersim tê lidarxistin, bi beşdariya deh hezaran kesan wê di 21’ê Îlonê de li Marsîlyayê pêk were. Siyasetmedar, hunermend, çalakvan û oldarên Kurd banga beşdarbûna mihrîcanê kirin. -
Li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî konser tê lidarxistin
Di 19’ê Îlonê de li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî tê lidarxistin. Hatineya konserê wê ji bo pêwîstiyên teknîkî û amûrên zarok û ciwanan ên li kampê perwerdeya çand û hunerê dibînin bê bikaranîn. -
Enstîtuya Kurd a Swîsreyê armanc dike ku zimanê dayikê li hemû kantonan belav bike
Enstîtuya Kurd a li Swîsreyê, ku di demeke kurt de bûye yek ji navendên herî girîng ên çandî û civakî yên dîasporayê, armanc dike ku perwerdeya bi zimanê dayikê li tevahiya kantonan belav bike. -
Hejmara 37'an a Kovara Ciwanên Welatparêz derket
Hejmara Îlon-Cotmehê ya Kovara Ciwanên Welatparêz bi dirûşma 'Ruhê ciwanên Apoyî yên komunalîst wê komployê têk bibe' hate weşandin. -
Ji bo Festîvala Çanda Kurd a li Marsîlyayê banga tevlîbûnê hate kirin
Beriya Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim a 5'emîn ku wê 21'ê Îlonê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bê lidarxistin, alimên Kurdidstanî û nûnerên saziyan ên li dîasporayê civîneke berfireh a gel lidar xistin. -
KCDK-E: Festîvala Çanda Kurd a 33’emîn peyama azadî û yekîtiya çandî da
KCDK-E’yê ragihand ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn ji aliyê xwedîderketina li çanda Kurd û belavkirina peyamam civaka demokratîk ve gelekî serketî bû û spasiya beşdaran û amadekaran kir. -
TEV-Çand: Mîrateya Mazdek Ararat wê ji têkoşîna me re bibe ronahî
Komîteya TEV-Çandê bi wesîleya salvegera şehadeta sînemager û şoreşger Mazdek Ararat (Omer Bagci) peyamek weşand û destnîşan kir ku mîrateya Ararat a li qada huner û berxwedanê, wê bibe rênîşan.