ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Kevana Zêrîn: Em 4’ê Nîsanê bi coş pêşwazî dikin
Tevgera Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn 4’ê Nîsanê weke roja hebûn û xwebûnê pênase kir û diyar kir ku ew vê rojê bi coş pêşwazî û pîroz dikin. -
Awazê Çiya: Em ê bi huner û awazê xwe 4'ê Nîsanê pîroz bikin
Amadekarî têne kirin ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi çalakiyên cuda bê pîrozkirin. Koma Awazê Çiya ku amadekariyên pîrozbahiyê dike ragihand ku wê bi huner, awaz û amûrên xwe 4'ê Nîsanê pîroz bikin. -
7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol û Bavê Teyar tê lidarxistin
7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma 'Welatparêzê rasteqîn hurmendekî wêrek e' tê lidarxistin. -
Reklamê beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ hat weşandin
Danasîna beşa yekemîn a ‘Vejîna Kurd’ ku rêzefîlmeke li ser dîroka PKK’ê hatiye amadekirin, hat weşandin. -
Şanogerên Mexmûrê Roja Şanoya Cîhanê pîroz kirin
Şanogerên Koma Hêviyekda Roja Şanoya Cîhanê li hemû şanoger û hunermendan pîroz kir û got, “Em ê li ser şopa Yekta, Hêvî, Mahîr, Sarya, Baran, Daxistan, Zerdeşt û Cûmayan meşa xwe ya hunerê ji bo azadiya civaka xwe berdewam bikin.” -
TEV-ÇAND Ewropayê di Roja Şanoyê de hunermendên şehîd bi bîr anî
TEV-ÇAND Ewropa, bi wesîleya 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û di şexsê şehîd Yekda Herekol (Erdogan Kahraman) de hemû hevrêyên xwe yên hunermend ên şehîd, bi bîr anî. -
Di Roja Şanoyê ya Cîhanî de şano hatin pêşkêşkirin
Li Kantona Firatê di Roja Şanoyê ya Cîhanî de du şano hatin pêşkêşkirin. -
Li Grazê resepsiyona Newrozê
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi malovaniya Şaredariya Grazê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. -
Hejmara 5’emîn a Kovara Hunerê derket
Hejmara pêncemîn a kovara çandî, hunerî û wêjeyî ya Hunerê derket pêşberî xwendekaran. -
Albûma Nû ya Hozan Comerd derket
Hozan Comert albûmeke nû ya bi navê “Xozan” derxist. Hozan Comerd got, “Dema ku em helbestvanên xwe yên sûfî dixwînin, em felsefe, trajedî û destanan dibînin. Min xwest ku felsefe û hunera wan bi muzîkê re bigihînim hev.” -
Li Bendava Tişrînê stranên berxwedanê
Nobetdarên li Bendava Tişrînê, bi stran û dengbêjiyê bersiva êrîşan didin. -
Pirtûka 'Her Demsal Gulan' hate weşandin
Romana biyografîk a li ser jiyana yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd Fîlîz Yerlîkaya (Gulan) ku ji aliyê rojnamevaya Newaya Jin ve hate amadekirin, bi navê 'Her Demsal Gulan' li Weşanxaneya Meymanê hate weşandin. -
Hejmara Adar û Nîsanê ya kovara Ciwanên Welatparêz derket
Hejmara meha Adar û Nîsanê ya kovara Ciwanên Welatparêz ku bi zimanê Kurdî û Tirkî tê weşandin, bi manşeta “Dem dema hevdîtina bi Rêbertî re ye” derket. -
Ji bo pîrozbahiyên 21’ê Adarê strana ‘Newroz a Azadî’
Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê, ji bo pîrozbahiyên Newroza îsal stranek bi navê ‘Newroz a Azadî’ amade kirin. -
Kevana Zêrîn: Em ê 8’ê Adarê bikin cejna azadî û aştiyê
Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, “Bi hêza ku me ji banga Rêber Apo girtî, em ê li ser rêya avakirina çand û hunera civaka demokratîk, 8’ê Adarê bikin cejna azadî, aştî û hêviyê.” -
Tevgerên çanda Kurd xwedî li banga Rêber Apo derketin
Tevgerên çanda Kurd TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn li ber Parlamenta Ewropayê daxuyaniyek dan û xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derketin. -
Li Amedê kedkarên çand û hunerê piştgirî dan bangê
Kedkarên çand û hunerê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li Amedê daxuyaniyek li ser banga Rêber Apo dan. -
Xelatên Oscarê: 'Anora' xelata fîlmê herî baş wergirt
Anora ku fîlmekî trajîkomîk ê Sean Baker e di Xelatên Oscarê yên 97'emîn de xelata Fîlmê Herî Baş wergirt û mohra xwe danî binê yek ji surprîzên herî mezin. -
Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA hat avakirin
Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan TARA ava bû. Hate ragiahndin ku rêze-dokûmantereke ji 90 beşî ya bi navê 'VEJÎNA KURD' a li ser dîroka PKK'ê wê di demeke nêz de bê weşandin. -
SYKP-Swîsre di salvegera damezrandinê de merasîma piştevaniyê lidar xist
Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst a Swîsre (SYKP) îsal 11’emîn merasîma piştevaniyê lidar xist. Di merasîmê de car din ruhê piştevaniyê û têkoşîna civakî derket pêş. -
Di 1-8’ê Adarê de Rojên Çanda Jinên Kurd
Rojên Çanda Jinên Kurd wê di navbera 1-8’ê Adara 2025’an de li Berlînê bi dirûşma “Xwebûn – Hunera Berxwedanê” pêk were. Rêzeçalakiya ku ji aliyê Cênî ve bi hevkariya JXK, TekoJIN, KJAR, Dest-Dan û Hunera Mizgîn tê organîzekirin. -
Li Baselê konsera bi coş a Koma Amed
Koma Amed piştî 27 salan careke din li hev kom bû û piştî konsera destpêkê ya li Parîsê, li bajarê Basel ê Swîsreyê derkete pêşberî hezkiriyên xwe. -
Li Rojava hunermendên nû digihêjin
Peymangeha Bilind a Hunerê ku 60 şagirt li ser sînema, muzîk û şanoyê perwerde dike, dema hîndekariyê ya nîv salê ya destpêkê qedand. -
'Têkoşîna li Tişrînê wê bi çand û hunerê mayinde bibe'
Ji Rêveberiya Rojava ya TEV-ÇAND'ê Ekîn Ronî anî ziman ku li Rojhilata Navîn di navbera berjewendiyên şexsî û têkoşînên civakî de şer diqewime û got, berxwedana Tişrînê wê bi çand û hunerê mayinde bibe. -
Ji Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo 2 hunermendan peyama sersaxiyê
Tev-Çand û Hunera Mizgîn ji bo her du hunermendên Kurd Kahtali Miçê û Reşîd Sofî, ku di du rojan de li dû hev koça dawî kirin, peyama sersaxiyê weşand.