BI DÎMEN

Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

Hunermendê navdar ê civaka Kurd Hozan Şemdîn encamên rêwîtiya xwe ya dengbêjiya Kurdî bi hezkiriyên xwe re parve dike.

Berhemên bi dehê salan ku di hiş û bîra Kurdan de cih girtine, êdî wê li ser platforma Medyaya Dîjîtal (Youtube) werin parvekirin.

Ji Kerepêtî Xaço heta bi Egîdê Cimo, ji Fatma Îsa heta bi Xalê Ehmed û sedan dengbêjên Kurd ên  ji çar aliyên Kurdistan û cîhanê. Wê hemû klamên dengbêjiya Kurd ku her yek ji wan destaneke bêne parvekirin.

Ev xebata bi qîmet a ku 1’ê Tebaxa sala 1998’an bi rêya ekranên Televizyona Med di bin navê Şevbêrka Dengbêjan destpê kir, bê navber 20 salan dewam kir.

Di navbera salên 1998 û 2018’an de li ser ekranên Med, Medya, Roj û Stêrk TV bi sedan dengbêj bûn mêvanên Hozan Şemdîn.

Bi rêya van civatan, kêfxweşî û dewlemendiya dîroka çanda dengbêjiya Kurd gihişte bi mîlyonan kesî.

Hemû berhem wê li ser navnîşana Youtube a bi navê Şevbêrkên Şemdîn werin weşandin.

Di van bernameyan de klam, dîroka dengbêjiya Kurdî, bîranîn û sohbetên xweş werin parvekirin.

Hozan Şemdîn armanca vê xebatê weke zindîkirina çanda dengbêjiyê binav dike û dibêje, "Xwedîderketina gel a çalak wê bibe wesîleya ku dengbêjî bi hemû rengên xwe li nava nifşên nû ên civaka Kurd werin belavkirin."

Êdî her kesê ku meraqa klamên Kurdî ên kevin dike û dixwaze dîroka wan nas bike, dikare serdana navnîşana Şevbêrkên Şemdîn bike.

Xwedîderketina li vê çanda Kurdî ya kevnar wê bibe sedem ku dengbêjî her zindî bimîne.