BI DÎMEN

37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê bi meşê destpê kir.

MÎHRÎCANA GOVENDÊN KURDISTAN

Ji bo 37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê bi giştî 35 komên reqsê hatin Wuppertalê.

Endamên Jurî, mamosteyên reqsên gel û xwendekar vê siharê saet 09.00’an li Gara Trenê ya Sereke ya Wuppertalê hatin ba hev. Koma Mîhrîcan a ku ji nêzî 400 kesan pêk tê, bi cil û bergên xwe yên reng û reng bal kişandin.

Kesên kom bûne, bi davul û zurnayan govend gerandin. Piştre ber bi navenda bajarê Wuppertal ve meş hate lidarxistin.

Piştî meşê koma Mîhrîcanê hate Wuppertal Uni Halle.

Pêşbirk wê saet 14.00’an destpê bikin.