BI DÎMEN

Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

15’emîn Rojên Çanda Kurd li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi tevlîbûneke xurt destpê kir. Çalakiya ku di 13’yê mehê de deriyên xwe vekirin, dê heta 16’ê Gulanê bi bernameyên çandî, hunerî dewam bike.

Nivîskar û akademîsyen Selîm Temo, axaftina vekirinê kir û behsa girîngiya parastina ziman, huner û çanda Kurd kir û bal kişand ser rola hevgirtina çandî ji bo nifşên siberojê.

Piştre hunermend Sîpan Xelat û Koma Zerdeştê Kal derketin ser dîkê û stranên xwe strîn. Beşdarvanan eleqeyek mezin nîşanî şeva ku bi stranên kevneşopî û çanda dengbêjan xemiliye dan.

Hat ragihandin ku di çarçoveya 15’emîn Rojên Çanda Kurd dê panel, konser, performansên dansên gelêrî û çalakiyên çandî yên cur bi cur bên lidar xistin.