Li bajarê Montpellierê yê Fransa, bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê yê Riha Omer Ocalan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî civînê bûn.
Omer Ocalan, di axaftina xwe de li ser guherînên ku li Rojhilata Navîn pêk tên û rola gelê Kurd axivî. Ocalan, got ku Kurd êdî li Rojhilata Navîn ne qurban in, bûne hêzeke siyasî û aktorek bingehîn.
Ocalan, diyar kir ku avakirina pêvajoya nû, divê ne tenê ji aliyê kesek an saziyekê ve were meşandin û got ku divê hemû aliyên civakê beşdar bibin.
Ocalan, bal kişand ser nirxandinên Rêber Apo yên derbarê Kurdistan û Rojhilata Navîn de û got ku herêm di pêvajoyeke nû ya avakirinê de ye.
Ocalan got, “Gel divê bi rêxistinbûna xwe re bibe bingeha vê pêvajoyê. Gelek ku ne rêxistinkirî û lawaz be, ne pêkane ku were berçavgirtin.”
Di civînê de beşdaran jî li ser pêvajoya nû, şêweyên rêxistinê û karûbarê civakî fikir, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di dawiyê de hate xwestin ku rêxistina komunal bêtir were xurtkirin, pêvajoya nû ya avakirinê bi beşdariya gel were meşandin û şertên nîqaşê yên firehtir bi gel re werin afirandin.