Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

Endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk Nedîm Seven diyar kir ku eger dewleta Tirk gavên ji bo pêşketina pêvajoyê avêtiban, ew ê niha li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistan xebatên siyaseta demokratîk meşandiban.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve gelek gavên dîrokî hatin avêtin. Yek ji van gavan jî merasîma şewitandina çekan a bi pêşengiya Hevseroka Konseya KCK’ê Besê Hozat û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven (Behzat Çarçela) li Şikefta Casenayê bû. Bi ser merasîma şewitandina çekan re salek derbas bû û heya niha li hemberî van gavên dîrokî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve gavên şênber nehatine avêtin. Endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk û endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Nedîm Seven (Behzat Çarçel) ku 11’ê Tîrmeha 2025’an tevlî gava dîrokî ya şewitandina çekan bûbû, derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û her wiha li ser salvegera yekemîn a merasîma şewitandina çekan ji Ajansa Welat re axivî.

Nedîm Seven di axaftina xwe de bal kişand ser gavavêtina dereng a dewletê û got ku heger dewleta Tirk gavên cidî avêtibûna wan îro dê li Amed, Dêrsim, Enqere û Stenbolê xebatên siyaseta demokratîk bi rê ve bibira.

Nedîm Seven di destpêka axaftina xwe de cangoriyên azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Di serî de pêşengê têkoşîna şoreşa Kurdistanê, her wiha rêvebiriya sosyalîzma demokratîk, nirxên esas yên mirovatiya pêşketî temsîl dike, kedeke mezin mezin vaye 53 sal in dide Rêber Apo silav dikin. Şehîdên şoreşa Kurdistanê, şehîdên demokrasiyê û şehîdên azadiyê bi bîr tînîn. Bi taybetî kesayeta şehîdên me yên mezin H. Fûad, H. Riza her wiha yên di vê pêvajoyê de demdirêj bi rola xwe rabû, pêşengî kir, di vê oxirê de şehîd ket hevalê Sirri Sureyya Onder, her wiha hosteyê mezin Kadîr Înanir ku di pêvajoya 2013-2015’an de kedek mezin da û hemû cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bîr tînin. Bejna xwe li ber hemû şehîdên aştî, demokrasî û azadiyê ditewînin.”

Nedîm Seven banga Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêvajoyeke pir girîng û stratejîk e. Ev pêvajo di 27’ê Sibata 2025’an bi banga Rêber Apo destpê kir. Rêber Apo bangewazî kir, tenê ne ji bo pêvajoya têkoşîna stratejîk a çekdarî rawestîne kiriye. Esasê xwe ev pêvajo ji bo mirovatiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo azadiyê, ji bo avakirina civakeke nû û demokratîk manîfestoyek weşand. Tevgera me jî ew manîfesto bi bangewaziyek dil û can erê kir. Destpêkê 1’ê Adara 2025’an agirbest îlan kir. Piştre PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî. Di çarçoveya kongreya PKK’ê ya 12’emîn de stratejiya civaka aştî û ya neteweya demokratîk erê kir. Divê ev pêvajo wisa were xwendin. Niha her kes nîqaş dike, nîqaşa çareserkirina çekê ye. Dibêjin wê çawa çareser bibe. Rê û rêbazên vê yekê ji aliyê polîtîk, îdeolojîk, siyasî û rêxistinî ve Rêber Apo danîne. Bi ser pêvajoyê re salek û nîv derbas bû, lê belê ev pêvajo bi pêşengiya Rêber Apo, tevgera Apoyî û gelê Kurdistanê yek alî nameşe. Helbet hinek gav hatine avêtin, em van gavan înkar nakin lê belê hem raya giştî, hem jî hêzên demokratîk, dost û sosyalîst jî divê vê baş bizanibin, gavên tên avêtin yek alî nabin.”

‘DIVÊ ZIMANÊ DEWLETÊ WERE GUHERTIN’

Nedîm Seven diyar kir ku gelek alî her wiha nûnerên dewletê jî gelek teng nêzî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dibin û ev nirxandin kir: “Armanca Rêber Apo û banga Devlet Bahçelî guhertin û veguhertina netew dewletê ye. Lê belê gelek alî vê yekê baş nanirxînin û teng digirin dest. Vê yekê weke meseleya çek danînê, çek tunekirinê fam dikin. Di esasê xwe de bi her awayî têkoşîna azadî, civakî bi rê û rêbazên dîyalogê, dan û standin û siyaseya demokratîk pirsgirêk çareserkirin e. Pirsgirêkên civakî ne, yên siyasî ne, yên hiqûqî ne, yên guhertin û veguherandinê ne. Ev yek ji azadiya jinê heya azadiya civakê hemûyê di nava xwe de digire. Ji ber vê yekê divê mirov teng nêzî meseleye nebe. Dewleta Tirk weke muxatap Rêber Apo digire dest, ji aliyê din ve ev pêvajo fîîlî qebûl kirin. Lê ji aliyê din ve watedayîna wan teng e û ‘terorîzm û dijî terorîzmê tekoşîn’ ev zihniyet nehatiye guhertin. Beriya çend rojan jî Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş hêjî hevokên, ‘Tirkiyeya bêteror, herêma bêteror’ bikar dianîn. Lê divê watedayînek hebe. Pirsgirêkek sedan salan heye. Pirsgirêka gelê Kurdistanê ye, ya nasnameya gel e, ya çanda gel e, ya pênasekirina nasnameya dîrokî ya Kurd û Kurdistanê ye. Bi hevokên wisa bêwate çênabe. Divê ev ziman û ev nêzîkatî were guhertin.

Li gel van hemû tiştan Rêber Apo xwînsar nêzîk bû û bi vê cîdiyetê pêvajo bê bela gihand heya îro. Gelek guhertin çêbûn di Şoreşa Rojava de pirsgirêkên derketin holê, di Sûriyeyê de komployên wê pêvajoyê li pêş ketin, li Rojhilatê Kurdistanê şerên diqewime, êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, hemû li ber çavan e. Pirsgirêka Kurd karakterê wê bûye pirsgirêkek gerdûnî. Ev pirsgirêk êdî ne tenê Kurdistanê yan jî Rojhilata Navîn eleqeder dike. Dema mirov van hemûyan bide berçav dewleta Tirkiyeyê gavên pir biçûk avêtin. Em dikarin bêjin Tevgera Apoyî gavên stratejîk, bê tirs û cidî avêtin lê yê muxatabê vê yekê dewleta Tirk weke kûsî dimeşe. Gavên xwe pir taloq dikin. Li gor berjewendiyên xwe yên pragmatîk nêzîk dibin. Gavên PKK’ê yên weke sekinandina şer, vaye salvegera wê ye, 11’ê Tîrmeha 2025’an di pêşengiya heval Besê de bi 30 hevalan re çek şewitandin. Ev gav ji raya giştî re, bi nasnameyek vekirî, helwesteke dîrokî, gav avêtineke stratejîk, di dîroka mirovahiyê de tişteke wiha tuneye, me çek çewitandin. Vê yekê biryardariya me, cîdiyetiya me, hestiyariya me û girêdana me da diyarkirin. Vaye îspateke û em hêja li ser wê xetê ne, li ser xeta Rêber Apo ya stratejîk in. Lê mixabin muxatabên Kurd û Kurdistaniyan, dewleta Tirk gavên pir lawaz diavêjin. Rast komîsyon hate avakirin, çûna cem Serokatiyê û muxatap girtin girîng e.”

CIVÎNA NATO’YÊ

Nedîm Seven sekna dewletê ya li hemberî pêvajoyê û her wiha civîna NATO’yê ya li Tirkiyeyê hate lidarxistin jî nirxand û wiha got: “Serokatiya me sekna xwe ji bo aştiyê diyar kiriye. Bi vê yekê hatiye îspatkirin ku Serokatî siyaseta demokratîk û azadiyê temsîl dike. Kî terorîst e ew diyar bû, kî dan û stendina wî ya mirovatî û aştiyane heye ew jî diyar bû. Serokatî ev îspat kir. Hîna şer tê nîqaşkirin, di civîna NATO’yê de bi berfirehî her kes hewl dide çekên xwe zêde bike. Her kes aliyê nukleerî, kîmyewî çekan zêde dike. Beriya du rojan civîna NATO’yê pêk hat û hêja jî biryarên wê têne nîqaşkirin. Ev hemû ji bo nêzîkbûnên siyasetên dagirker, hegomonîk pêşxistina wan e. Di hemû milan de siyaseyên cuda cuda têne meşandin, sibe wê çi bibe ne diyar e. Lê belê em weke Tevgera Apoyî bi biryarên Serokatiya xwe ve girêdayî ne. Hêj jî em li wê noqteyê ne. Me dixwest em ji wê noqteyê pêşdetir bin. Ne meşa kûsî, meşeke zêdetir radîkal û bi cesaret niha me karîba li Amedê, li Dêrsimê, li Enqere û li Stenbol siyaset bikira. Niha hewce nedikirin em di van çiyayan de bangewaziyan bikin. Hewce nedikir ev qas dirêj kiriban û ev nêzîkatî cihê rexneyê ne.

Hinek rewşebîr, fîlozof, akademisyen şev û roj derdikevin ser televîzyonan nexşeyan dertêxin û nirxandinan dikin, di eslê xwe de ev hemû zîhniyeteke qirêj û bi plan e. Dema Rêber Apo bangewaziya 27’ê Sibatê kirî hemû cîhanê ev yek eciband. Ne tenê dewleta Tirk yên ku modernîteya kapîtalîst temsîl dikin pêvajo rast dîtin. Dost û dijminan ev pêvajo qebûl kir. Dema dor hate gav avêtinê her kes li berjewendiyên xwe dinêre. Tişta hêsan çi bû? Banga Serokatî çêbû, divê gav bihatan avêtin. Dan û stendin çêbibin û gavên pratîkî werin avêtin. Ji bo provakasyon çênebin û cihê baweriyê çêbike. Him baweriyê bide gelê Kurdistanê him jî baweriyê bide gelê Tirkiyeyê. Diviyabû ji bo van yekan gavên şênber biavêtina. Gavên şênber jî ev bûn; Statuya Rêber Apo ya azadî, ewlehî û tenduristiyê lazime mîsoger bûba. Yek biryara kongreya PKK’ê ya 12’emîn heye. Ev jî ew e ku Rêber Apo sermuzakerevan e. Bi vê biryarê hat gotin ku Rêber Apo temsîla me hemûyan dike û çi dibêje ew ji bo me derbasdar e. Rêbertî di şertên tecrîdê yên 27 salan de dê çawa pêvajoyê bimeşîne. Lazime şertên Rêber Apo yên ewlehî, tenduristî û siyasetkirinê hatiban sererastkirin. Em ji bo van dibêjin yasayên azadiyê. Yasayên azadiyê ji Rêber Apo destpê dike. Devlet Bahçelî got divê statuya Rêber Apo were diyarkirin, di gotinê de heye lê di pratîkê de tune ye.”

Nedîm Seven destnîşan kir ku heya azadiya Rêber Apo pêk neyê, pêvajo pêş nakeve û diyar kir ku qanûn yek alî çênabin. Nedîm Seven ev tişt jî got: “Vaye 45 roj e televîzyonên Tirk dibêjin çarçove qanûn dê derbikevin, her wiha dibêjin beriya meclîs were girtinê ev qanûn wê derbikevin. Ev hema di nava xwe de diaxivin. Bi xwe xwe diaxivin, ji kê re diaxivin? Qey muxatabê wan ne em in, heya niha tiştek nehatiye gel me. Ji 25’ê Gulanê heya niha tu nêrînek a Rêber Apo negihiştiye me. Ji 25’ê Gulanê heya niha em nizanin kî çûye gel Serokatiyê. Daholê jî zurneyê jî ji xwe re lêdixin û piştre dibêjin em ê pêvajoyê pêş bêxin.”

Nedîm Seven dereng gav avêtina dewleta Tirk rexne kir û ragihand ku divê dewlet têkildarî vê yekê dereng nemîne.

‘EM TÊKOŞÎNA DAYIKÊN AŞTIYÊ PÎROZ DIKIN’

Nedîm Seven diyar kir ku ew naxwazin êdî nalîna dayikan bibihîzin û wiha pêde çû: “Em êdî naxwazin nalîna dayikan û zarokan bibihîzin. Heger dewlet jî vê yekê nexwaze bila guhdarî Dayikên Aştiyê bike. Em têkoşîna Dayikên Aştiyê ya ji bo vê pêvajoyê pîroz dikin. Bi dehan zarokên wan şehîd ketine lê dibêjin, ‘Erdogan, Bahçelî werin çaseriyê’ dema vê yekê dibêjin bangê ji dewleta Tirkiye re dikin ku gavê biavêjin. Heger hûn neavêjin zarokên me mecbûr in xwe biparêzin.”

Nedîm Seven da zanîn ku ew xwe li gorî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk vediguherînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê salê de li gorî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk me xwe perwerde kir. Li gorî zîhniyeta demokrasiyê guhertin û veguhertin me di xwe de pêk anî. Bi hemû qadro û xebatkarên xwe ve, me li ser esasê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe perwerde kiriye. Em xwe amade dikin. Lê belê dema rê nebe, kes nayê û nakeve zindanan. Di demên borî de gelek komên hevalên me ji bo pêşiya aştiyê vekin hatin, lê hemû xistin zindanan. Di vê serdemê de kes bila nemîne bendê ku em wisa bikin. Li gor xwe hinek qanûnan derbêxin û bibêjin werin ev yek nabe çareserî, nabe nîv çareserî jî. Ji bo siyaseta demokratîk çareserkirina pirsgirêka 100 salan lazim e û ji nû ve damezrandina komara Tirkiyeyê lazim e. Ev gavên pêşde ne. Em nabêjin bila ji nişka ve komar temamî xwe biguhere. Weke helwest em heta dawiyê bi xeta Rêber Apo ve girêdayî ne. Rêber Apo ji bo me cihê nîqaşê nîne. Gotinên wî ji bo me derbasdar in. Hemû qedro û milîtan bi vê hestê, bi vê helwestê, bi vê jiyanê ve xwe perwerde dikin. Em bawer in di vê derheqê de wê gavên cidîtir biavêjin. Em dewleta Tirk, nûnerên Tirk û AKP’ê vedixwînin cidiyetê. Bila pragmatîk û li gor berjewendiyên xwe nêzî pêvajoyê nebin. Divê pêvajoyê stratejîk binirxînin, ger wisa binirxînin wê gavên baştir werin avêtin. Na berovajî vê yekê bifikirin ji xwe tercûbeyên me yên berê hene. Ew tercûbeyên me yên dîrokî têra me hene ku em ê çawa siyaset bikin û em ê çawa xwe biparêzin. Bila dilê gelê Kurdistanê, dost û hevalên me jî rehet be. Bila siyaseta demokratîk jî bi awayek cidî tekoşîna xwe ya avakirina inşaya civakî bê navber bimeşîne.”