BI DÎMEN

'Zîlan manîfesto ye, banga ji bo azadiyê ye'

Gerîlayên Azadiyê di salvegera 30'emîn a şehadeta Zîlan de ew bi bîr anîn û gotin, wê her tim li ser xeta Zîlan bimeşin û mîrateya wê mezin bikin.

Di sala 1996’an li Dêrsimê di nava germahiya havîna dijwar de dengê teqîneke mezin hate bihîstin. Qada Komarê (Cumhuriyet Meydani) ya ku dengê teqînê jê hate bihîstin di nava tofana agir de ma. Rûyên matmayî nizanibûn bê ka çi diqewime. Ev olana dengê Zîlan bû. Manîfestoya Azadiyê bi agir dihate nivîsandin. Xwedawend Zîlan, rengê meha Hezîranê bi fedaîtiyê xemiland. Got: ‘Ez dixwazim bibim îfadeya daxwaza azadiyê ya gelê xwe’. Lê belê ne tenê ‘daxwaza azadiyê’ ew bû ‘manîfestoya azadiyê’. Pênaseya herî rasteqîn û xweş ji bo Xwedawenda Azadiyê Zîlan ji hêla Rêber Apo ve hat kirin: “Zîlan manifesto ye, banga azadiyê ye” Niha jî li ser çalakiya fedaî ya Zîlan(Zeynep Kinacî) re sîh sal derbas bûn. Fedaîtiya meha Hezîranê di şexsê Xwedawenda Azadiyê Zîlan de çandeke newaze ya fedaîtiyê afirand û weke mîrate ji gelê Kurd û şervanên azadiyê re hîşt. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di salvegera 30'emîn a şehadeta Xwedawenda Azadiyê Zîlan de fikir û hestên xwe anîn ziman û dilsoziya bi rastiya şehîdan dubare kirin.

Gerîla Gerîla Bêrîvan ev roja fedaîtiyê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em vê rojê tene wek ‘şehadet’ nanirxînin. Heval Zîlan bi şehadeta xwe ve gaveke nû avêt, pêngaveke nû da destpêkirin. Ser vê rojê re sîh sal derbas bû. Ev roj ji bo me bû rêya berxwedanê. Em vê rojê bi taybetî li Rêber Apo pîroz dikin, ji ber ku ev çalakî bi taybetî ji bo têkbirina komployê hat kirin. Em jî ser vê esasê dixwazin têkoşîna xwe bidin meşandin û bi sekna Heval Zîlan a fedayane ve xwe tevlî vê pêvajoyê bikin. Ji ber ku dema Hevala Zîlan ev çalakî pêk anî bersiveke pir mezin da dijmin. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me ji bo me xetek e. Heya ku Rêber APO azad nebe, em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê her tim di nava berxwedan û têkoşînê de bin. Ya esas bi vî ruhî sîh sal derbas bûn. Eger hevala Zîlan çalakiya xwe pêk neaniya, têkoşîna me nedihat vê astê. Em Heval Zîlan wek ‘jina azad’ pênase dikin. Ev sekin ji bo me bû mînak. Em jî dixwazin bi vê seknê xwe tevlî pêvajoyê bikin. Rêber Apo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Di her alî de ev pêvajo fedaîtî dixwaze. Bi vê felsefeyê em dixwazin pêşengtiya vê pêvajoyê bikin."

Gerîla Roza Şoreş Dersîm jî bi gotina ‘Heval Zîlan xeta me ya azadiya jinê ye’ ve fikir û ramanên xwe parve kir: “Heval Zîlan wek jineke şoreşger ji pêvajoyê re bû bersiv û di parastina Rêber Apo de roleke pir mezin di dîroka lîst. Hevala Zîlan ji 1996’an heya 30’ê Hezîrana 2026’an ji bo me bû xeteke azadiyê. Heval Zîlan nîşanî me da ku mirov çawa ji pêvajoyê re dibe bersiv û çawa dibe şoreşgera kêliyê. Em her dibêjin û Rêber Apo jî wisa pênase kir; Heval Zîlan xwedaweda me ye. Jiyana xwe fedayê gelê xwe û Rêberê xwe kirin tiştekî pir pîroz e û mezin e. Heya roja me ya îro jî rêya Heval Zîlan rêya me jî ronî dike. Em jî jiyana Heval Zîlan û çalakiya Heval Zîlan mînak digirin û em hewl didin di rêya wê de bimeşin. Ji ber ku eger jinek bixwaze nêzî azadiyê bibe divê Heval Zîlan nas bike, jiyana Heval Zîlan nas bike û çalakiya wê nas bike. Em vê çalakiyê hem wek parastina cewherî dikarin binirxînin û hem jî di parastina Rêber Apo de roleke pir dîrokî lîstiye. Heman deme de di artêşbûna jinê de jî roleke pir girîng lîstiye. Di roja me ya îro de jî weke jineke şoreşger ji bo ku em bikaribin Rêberê xwe biparêzin, hîn bêhtir di fikrê Rêber Apo de em kûr bibin, bikaribin gavên baştir û rasttir biavêjin pêwîste em hîn zêdetir Heval Zîlan nas bikin. Ser vê esasê em ê her tim di xeta Heval Zîlan de bimeşin û mîrasê ku ji me re hîştiye qat bi qat mezintir bikin."

Gerîlayê ji gelê Ereb Xebat Heftanîn soza dilsoziya bi rastiya fedaîtiya Xwedawend Zîlan bi van gotinan bilêv kir: “Heval Zîlan ji bo Rêber Apo û ji bo hemû gelan çalakiyeke fedaî kir. Heval Zîlan hemberî komployê bi sekna xwe ya fedaî çalakiyeke mezin pêk anî. Xeta me ya têkoşînê xeta Heval Zîlan e. Ji bo vê em vê rojê destpêkê li Rêber Apo pîroz dikin û her wiha em bibîr tînin. Niha jî em têkoşîna heyî didin meşandin. Divê bi bîranina Heval Zîlan em xeta azadiya jinê di têkoşîna xwe de esas bigrin.” Her wiha gerîla Xebat Heftanîn vê rojê ji hemî hevalên xwe yên li ser çiyayên Kurdistanê têkoşîn dimeşînin û hevalên xwe yên ku li zindanan de berxwe didin pîroz dike û serkeftinê dixwaze."

Gerîla Azê Azad jî Xwedawenda Azadiyê Zîlan wiha bi bîr anî: “Mirov her tim dixwaze di fêmkirina Heval Zîlan de kûr bibe. Ya rastî çalakiya Heval Zîlan, çalakiyeke întîxarwarî nîne. Çalakiyeke ku hebûna jinê û girîngiya rola jinê wê demê dide îfade kirin. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ve da îspat kirin ku jin xwedî çalakiyeke bi çi rengî ye. Rêber Apo jî dibêje ‘Xwedawenda min e’. Nava Tevgera me de jî bi hezaran şopdarên Heval Zîlan çêbûne. Wekî şagirtên Heval Zîlan, taybet wekî jineke ku di nava Tevgera Apoyî de têdikoşe, Heval Zîlan pêkanîn wê ji bo me bibe erka herî sereke."