"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku bi banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir, bi gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd re derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxa krîtîk a pêvajoyê de bal li ser Meclîsê ye ku qanûna çarçoveyê derxîne.
Serokê Baroya Wanê parêzer Sînan Ozaraz li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
'KOMÎSYONA MECLÎSÊ GAVEKE GIRÎNG BÛ, LÊ BELÊ TÊRA TEMAMKIRINA PÊVAJOYÊ NAKE'
Ozaraz diyar kir ku ji destpêka pêvajoyê ve weke Baroya Wanê ew bi rengekî çalak beşdar bûne û destnîşan kir ku bûyerên piştî banga Rêber Apo qewimîn ji bo Tirkiyeyê deriyê serdemeke dîrokî vekirine.
Ozaraz ragihand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi avêtina gavan samîmiyeta xwe ya li ser pêvajoyê nîşan da û got, "Divê dewlet jî bi heman biryardariyê sererastkirinên hiqûqî bêyî derengxistinê bixe meriyetê. Rêxistinê piştî bangê merasîma şewitandina çekan lidar xist, îradeya vekişandina hêzên xwe nîşan da. Ev yek ji bo bidawîkirina pêvajoya şer a bi salan gaveke gelekî girîng û dîrokî bû.
Dewletê tenê komîsyon ava kir. Rapora komîsyonê bêguman bersiv neda bendewariya her derdorê. Gelek sernavên wê ji aliyê me ve jî hatin rexnekirin. Lê belê li gel vê yekê girîng bû ku yekemcar li binê sîwana Meclîsê nîqaşeke bi vî rengî berfireh hate kirin. Em nikarin vê ji nedîtî ve bên.
Lê belê divê em êdî rapora komîsyonê û nirxandinên wê li pey xwe bihêlin. Bendewariya niha ya civakî amadekirina raporên nû nîne, bendewarî avêtina gavên şênber e. Rêya vê jî ew e ku qanûna çarçoveyê demek beriya demekê bikeve rojeva Meclîsê."
'DIVÊ PÊVAJO JI HESABÊN SIYASÎ RE NEYÊ FEDAKIRIN'
Sînan Ozaraz anî ziman ku têkildarî qanûna çarçoveyê agahiyên kêm li nava raya giştî belav bûye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Îro her kes qala qanûna çarçoveyê dike lê belê naveroka wê hîn diyar nebûye. Tabloyeke bi vî rengî hîn nîne. Li gel vê yekê em dibînin ku pêvajo gelekî giran dimeşe. Halbûkî weke ku me ji destpêkê ve anîn ziman, xusûsa herî girîng ew bû ku pêvajo bi biryardariyê heta dawiyê bê meşandin. Ji ber ku pêvajoyên bi vî rengî yên dîrokî her ku dirêj dibe, bi metirsiya destwerdanên cuda re rû bi rû dimînin. Îhtimala sabotajê zêde dibe, hêviya li nava civakê lawaz dibe. Ji ber vê jî mekanîzmayên hiqûqî yên ku dema şer bi dawî bike û çekan bi mayinde ji rojevê derxîne divê bêyî derengmayinê bêne afirandin.
Bêguman li Rojava, Îranê di hevsengiyên herêmî de guhertin hene. Ev hemû dikarin bandorê li pêvajoyê bikin. Lê belê li gel van hemûyan divê Tirkiye wê îradeyê nîşan bide ku aştiya xwe bi xwe ava bike.
Ev pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hesabên hilbijartinê, ji nîqaşên rojane yên siyasetê yan jî ji gumana dengan re bê fedakirin. Ji ber ku meseleya ku em li ser diaxivin ne tenê çareseriya meseleyeke siyasî ye; zemîneke nû ya civakî ye ku paşeroja gelan bi îradeya jiyana bi hev re li ser bingeha welatîbûna wekhev bê avakirin."
'QANÛNA ÇARÇOVEYÊ NE TENÊ ÇEK, HER WİHA WÊ DEMA NÛ JÎ PÊNASE BIKE'
Ozaraz destnîşan kir ku qanûna çarçoveyê divê tenê weke sererastkirineke teknîkî neyê dîtin û anî ziman ku qanûna bê amadekirin wê bibe zemîneke hiqûqî ya yekemîn a pêvajoya civaka demokratîk. Ozaraz got, "Weke ku di banga Birêz Ocalan de bi şênberî hate gotin, armanca destpêkê avakirina aştiyê û piştre jî avakirina civaka demokratîk e. Tişta em jê re civaka demokratîk dibêjin jî tenê li ser zemîneke dûrî ji şer dikare pêk were. Mirov bi vî rengî dikarin nêrînên xwe bi rengekî azad bînin ziman, li qada siyasî cih bigirin û daxwazên xwe bêyî bitirsin bînin ziman.
Lewma qanûna çarçoveyê wê ne tenê metneke terikandina çekan be. Di heman demê de wê bibe metneke hiqûqî ya destpêkê ku derbasbûna Tirkiyeyê ya li pêvajoya demokratîkbûnê pêk bîne."
'GARANTIYÊN DESTÛRA BINGEHÎN DIVÊ BÊNE AFIRANDIN'
Sînan Ozaraz ragihand ku piştî qanûna çarçoveyê divê guhertinên destûra bingehînî bikevin rojevê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, "Piştî ku çek bi temamî ji rojevê hate derxistin, endamên rêxistinê ji bo karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin, yên li sirgûnê karibin vegerin welatê xwe, ji bo Kurd bi destûra bingehîn bêne naskirin divê mafên wan ên çandî û kolektîf bêne garantîkirin.
Di heman demê de divê Tirkiye rêgezên dewleta hiqûqê ya demokratîk bêkêmasî bi cih bîne. Eger îro hîn jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih nayên anîn, hingî diyar e ku di mijara demokratîkbûnê de pirsgirêkên cidî dewam dikin.
Ji ber vê jî divê dewlet bi qanûna çarçoveyê tenê nesekine. Di heman demê de di bicihanînê de jî guherîneke mejî yê demokratîk bixe meriyetê. Heta ku serweriya hiqûqê nebe esas, welatîbûna wekhev neyê garnatîkirin û mafên bingehîn ên gelê Kurd bi destûra bingehîn neyên ewlekirin, mirov nikare qala aştiyeke mayinde bike."