BI DÎMEN

Ilias Panchard: Ocalan ji bo Kurdan Mandela ye; bêyî azadiya wî çareserî nabe

Siyasetmedarê Swîsreyî Ilias Panchard anî ziman ku helwesta dewleta Tirk a li pêşberî pêvajoyê nayê qebûlkirin û got, "Ocalan Mandela yê Kurdan e. Bêyî azadiya wî çareserî nabe."

ILIAS PANCHARD

Yek ji siyasetmedarên Swîsreyî yên ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji nêz ve dişopîne, endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê ya ji Partiya Keskan Ilias Panchard e. Panchard anî ziman ku pêvajoya aştiyê, nîqaşên li ser hemû meseleyan, nirxandina meseleyên siyasî, ziman, çandî ji aliyê Rêber Apo ve beriya niha jî hate kirin û got, "Di siyasetê de ji bo baweriyê pêwîstî bi gavên şênber heye. Bİ taybetî dema ku mirov lîstika dualî û helwesta emperyalîst a hikumeta Erdogan a salên dawî dinihêre, weke şexs mixabin baweriyam min nîne. Qonaxa heyî ya pêvajoyê û bûyerên heta niha qewimîn jî min mafdar nîşan didin."

Ilias Panchard bi bîr xist ku di nava atmosfereke giran a tundî û mîlîtarîzasyonê ya li herêmê de PKK'ê gavên ji bo terikandina têkoşîna çekdarî avêt, ku ev yek jesteke gelekî xurt bû û got, "Bêguman çareserî wê bi çekê neyê. Berxwedan tiştekî cuda ye; lê belê rêya derketina siyasî her çend gelekî zehmet jî be tiştekî cuda ye."

'OCALAN MANDELA YÊ KURDAN E'

Rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de jî Ilias Panchard bi vî rengî nirxand: "Bi qasî Mandela di nava raya giştî de neyê naskirin jî Ocalan weke Mandela yê Kurdan dikare bê nirxandin. Li holê tabloyeke dişibe hev heye. Di nava vê tabloyê de rastiyên; girtina li derveyî welat, dirêjkirina destê aştiyê yê bi salan, hilberîneke fikrî ya siyasî û entelektuel a bi salan heye. Bêguman ev hemû berhema ji hewldaneke kolektîf e. Ne bawer im ku Kurd kesî îdealîze yan jî pîrozmend nîşan dide. Tevgerê her tim xwe spartiye feraseteke kolektîf. Di heman demê de aliyekî xwe yê femînîst jî her tim hebûye û bi tevkariya gelek kesan bi pêş ve çûye. Dema ku mirov li tevgera Kurd û dîroka PKK'ê dinihêrin vê yekê bi eşkere dibînin."

'PÊWÎSTÎ BI PIŞTEVANIYEKE XURT HEYE'

Ilias Panchard diyar kir ku pêwîstiya bi piştevaniyeke navneteweyî îro ji her demê bêhtir heye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Nirxandina xwe ya ku şiband Neslon Mandela dixwazim hinekî din dewam bikim. Mandela piştî ku ji girtîgehê derket, gava piştgirî da tevgerên Kuba û tevgerên din ên azadiyê digot: 'Ez bi sallan weke terorîst hatim dîtin'."

Panchar anî ziman ku ji kesayetiya Mandela û veguherîna wî ya siyasî gelek ders dikarin bêne wergirtin û got, "Heman tiştî ji bo Abdullah Ocalan jî hêvî dikim. Hêvî dikim ku di paşeroja Tirkiyeyê, paşeroja Kurdistanê û paşeroja herêmê de karibe bi roleke girîng rabe."

Ilias Panchard ragirtina Rêber Apo ya li girtîgehê di asta navneteweyî de weke skandalekê pênase kir û got, "Beriya çend salan ji bo şopandina doza paramenterên girtî yên HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li wê derê bûm. Yek ji mijarên ku me bi taybetî destnîşan kir ev bû."

'HETA KU OCALAN AZAD NEBE ÇARESERÎ NABE'

Ilias Panchard diyar kir ku bi ragirtina zêdeyî bîst û pênc salan a Abdullah Ocalan rûmeta mirovahiyê jê hatiye standin û got, "Ji ber vê yekê jî divê seferberiya navneteweyî ya ku Kurd dimeşîne jinûve bê xurtkirin û daxwaza berdana Ocalan bê kirin.

Bi dîtina min, azadiya Ocalan ji bo diyalogeke rasteqîn û destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn yek ji mercên destpêkê ye. Bêyî berdana Abdullah Ocalan nepêkane ku pêvajoyeke aştiyê ya berfireh bê meşandin. Li gorî min gelek derdora vê nêrînê parve dikin."

'STATU Û AZADÎ JI BO SERKETINÊ NEBE NABE'

Siyasetmedarê Swîsreyî destnîşan kir ku naskirina Ocalan weke muzakerevanê sereke û azadiya wî nebe nabe û got, "Em zanin ku Ocalan bi roleke yekser radibe, lê belê ji derve ve fêhmkirina vê rewşê zehmet e, ji ber ku hevdîtinên pê re têne kirin gelekî kêm in. Hin heyet, parlamenter û parêzer peyamên wî radigihînin. Lê belê bêyî azadiya Ocalan ne bawerim kesek ji diyalogeke rasteqîn, muzakereyên siyasî û destpêkirina hevdîtinên aştiyê bawer bike. Nepêkan e ku ew e karibe ji girtîgehê muzakereyê bimeşîne. Haya her kesî ji vê heye."