Di êrîşa Şerîda Xezeyê de 9 kes hatin qetilkirin
Îsraîlê êrişî Şerîda Xezeyê kir, yek jê zarokek û serbazekî polîsan ê girêdayî Tevgera Hemasê 9 kes hatin kuştin.
Îsraîlê êrişî Şerîda Xezeyê kir, yek jê zarokek û serbazekî polîsan ê girêdayî Tevgera Hemasê 9 kes hatin kuştin.
Li gorî rayedarên polîsan û beşa tenduristiyê, di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şerîda Xezayê de 9 kes hatin kuştin, jê zarokek û serbazekî polîsan ku ji hêla Tevgera Hemasê ve tê birêvebirin.
Wezareta Hundirîn a Xezayê diyar kir ku li dijî navenda polîsan a li rojavayê Kampa Ciblaya êriş pêk hat, di encamê de gerînendeyê navendê û hejmarek endamên wî hatin kuştin. Lê artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê li Xan Yûnisê endamekî Hemasê hedef girtiye.
Hemwextî van êrişan, şandeyek Hemasê ji bo temamkirina danûstandinên têkildarî qonaxa duyemîn ji peymana agirbestê gihîşt Qahîreyê.