ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê komkujî kir
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Yalangoze yê Cindirêsê barand û 4 sivîl şehîd xist, ku 2 jê zarok, 2 jî jin in. Di komkujiyê de gelek sivîl jî birîndar bûn. -
17 şehîdên Efrînê hatin veşartin
17 kesên li Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn hatin veşartin. -
Li Cindirêsê bomberdûman: Şehîd û birîndar hene
Bomberdûmaneke giran li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê tê kirin. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene. -
Li Efrînê îro 30 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
QSD'ê encama berxwedana îro ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk tê dayin eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 30 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate rûxandin. -
Li gundê Qoda yê Racoyê 6 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
Li derdora gundê Qoda yê herêma Racoyê, di encama çalakiya şervanên QSD'ê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wan hatin kuştin. -
Êrîşên hêzên Tirk ên li Qestel Cîndo hatin şikandin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Qestel Cîndoyê hatin şikandin. Ustegmen Ogûr Kaan Ûsta û gelek leşker û çete hatin kuştin. -
Kurd li Rûsya û Fransayê ji bo Efrînê di nav hewldanan de ne
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, li Rûsya û Fransayê tên protestokirin. -
YPG’ê nasnameya 12 şehîdên Dêra Zorê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 12 şervanên xwe yên di 17-20’ê Çile de li Dêra Zorê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Berxwedana li hemberî êrîşa dagirkeriyê di roja 4’emîn de ye
Di roja 4’emîn a berxwedanê de ya li hemberî êrîşa dagirkeriyê, me bîlançoya êrîş û berxwedana li Efrîn û navçeyên wê berhev kir. -
Endamê Ragihandina YPG'ê Welat li Efrînê şehîd bû
Endamê Ragihandina YPG'ê Tolhildan Welat ku berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk li Efrînê dişopand, şehîd bû. -
Sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk bi wêneyan hate çespandin
Wêneyên ku li gundê Kefernasê hatine girtin hovîtiya dewleta Tirk nîşan dide. -
Kurd li Elmanya, Avûstralya û Japonyayê daketin qadan
Li Elmanya, Avûstralya û Japonyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. -
YPG: 17 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Navenda Raghandinê ya YPG`ê diyar kir ku 17 leşkerên Tirk û çeteyên wê li Efrînê hatin kuştin û tangeke hate rûxandin û du tang jî hatin derbkirin. -
Nexweşxaneya Avrînê ji bo dayina xwînê bang li welatiyan kir
Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê ji bo sivîlên ku di encama bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûne, banga pêwîstiya xwînê li welatiyan kir. -
Li Şehbayê 15 êrîşkar hatin kuştin
Li herêma Şehbayê di şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û dagirkerên Tirk de 15 êrîşkar hatin kuştin. -
Li Elmanyayê bernameya çalakiyên ji bo Efrînê hate eşkerekirin
NAV-DEM’ê roj, saet û cihê çalakiyên ji bo Efrînê eşkere kir. Bang hate kirin ku bi giyanê berxwedanê tevlî çalakiyan bibin. -
Li gundê Etmê sivîl hatin xilaskirin
Şervanên QSD’ê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser gundê Etmê yê Racoyê şikandin. Sivîlên li gund ji hêzên Tirk hatin rizgarkirin. -
Hêzên Tirk ên dagirker ji girê Quddeyê hatin qewirandin
Hêzên Tirk ên dagirker ku êrîşî girê Qudde yê navçeya Raco ya Efrînê kirin, hatin têkbirin. -
Li Efrîn û Şehbayê derba giran li hêzên Tirk hate xistin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê dewam dikin. Şervanên ku parastina welatê xwe dikin, derba giran li hêzên Tirk dixin. Di şerê duh de 53 leşker û çete hatin kuştin. -
Hêzên Tirk kincê sivîl li xwe kirin û êrîşî gundê Hemamê kirin
Artêşa Tirk a dagirker ku ev 4 roj in êrîşî Efrînê dike, bi rê û rêbazên qirêj hewl dide bi pêş ve biçe. Leşker û çeteyên Tirk kincê sivîl li xwe kirin û êrîşî gundê Hemamê kirin. -
Artêşa Tirk êrîşî Qamişloyê dike -NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike. -
Artêşa Tirk êrîşî jin û zarokan dike
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê jineke din kuşt û 2 zarok jî birîndar kir. -
Sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk li Reco yê kirî….
Em wêneyên sûcê mirovahiyê yên êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ku di nava 25 saetan de li ser gundên navçeya Reco yê pêk anîn parvedikin. -
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar: Tirkiye sûcê navneteweyî dike
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û wiha anî ziman: “Tirkiye sûcê navneteweyî dike.” -
QSD’ê gundê Qirne ji dagirkeran paqij kir
Şervanên QSD’ê gundê Qirne yê girêdayî navçeya Bilbilê ji arêtşa Tirk û çeteyên wê paqij kirin.