ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD`ê bîlançoya berxwedana roja 36 eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Berxwedana Serdemê ya roja 36’an a Efrînê ragihand. -
Welatiyên Serêkaniyê û Tirbêspiyê ji bo Efrînê meşiyan
Êrîşên dagirker û qetilkirinê yên dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê ya li ser Efrînê li Serêkaniyê û Tirbêspiyê hatin proetestokirin. -
Hemû pêkhateyên Bakurê Sûriye li Efrînê meşiyan
Bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhatiyeyên Sûriye û Bakurê Sûriye ku ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê ketibûn ser rê, li Efrînê meş û mîtîngeke heybet lidar xistin. -
QSD’ê nasnameya 11 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 11 şervanên xwe yên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Artêşa Tirk hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê bombebaran kir
Hate ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê li dijî hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê de pêk anî, mirî û birîndar hene. -
Li derdora gundê Omera şer giran e
Li derdora gundê Omera yê navçeya Şerayê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran heye. -
Artêşa Tirk gundî dil girt û mayîn li dora wan bi cih kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê destê 4 gundiyan ji paş ve girêdan û mayîn li dora wan danî. -
Artêşa Tirk zarokê 5 salî qetil kir
Li navçeya Mabetayê ya Efrînê zarokê 5 salî yê bi navê Îbrahîm Reşîd Reşîd di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin. -
Li Efrînê meşa li dijî dagirkeriyê dest pê kir
Meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li ser gelê Efrînê dest pê kir. -
Gelê Minbicê dewleta Tirk protesto kir
Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Efrînê û bombekirina karwanê sivîlan bi meşekê protesto kir. -
Balefirên artêşa Tirk Cindirês û Şerayê bombebaran dikin
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda herêma Cindirêsê û gundê Erebwêran yê navçeya Şerayê dibarîne û li aliyê din jîngehên sivîlan dike hedef. -
Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê: Em berxwedana gelê Efrînê slav dikin
Fermandara YPJ’ê: Li vir helwesteke vînê heye ku ev ji mehekê zêdetir e didome. Ji eniyê ta bi kuçeyê, ji leşkerî ta bi gel ev wiha ye. Ez gele Efrînê ji ber berxwedaniya wê ya mezin a ya li dijî vî şerê dûrî exlaq slav dikim. -
‘Efrîn welatê şehîd û şoreşgeran e’
Evdî Baskî yê Efrînê ku merasîma cenazeyên şervanên şehîd ên Şoreşa Rojava organîze dike dibêje, ‘’Efrîn diyarê şehîd û şoreşgeran e. Dewleta Tirk ti caran wê nikaribe vîna Efrîniyan bişkîne ku ji bo rûmeta xwe şer dikin.’’ -
Prof. Dr. Trabert: Divê bi lezgînî deste alîkariyê mirov bide Efrînê
Heftiya bihurî Serokê Dijberê Hejariyê û Rêxistina Xizmetê ya Tenduristiyê ya Elman Prof. Dr. Gerhard Trabert ku ji Rojava vegeriyayî banga alîkariya lezgîn kir. -
Di Berxwedana Serdemê de eniya paş: Komun
Di Berxwedana Serdemê ya li dijî hewldana dagirkirina dewleta Tirk de li Efrînê eniyeke paş heye; Komun. Ev komun ku şaneya damezirîner a şoreşê ne niha jî weke motorê berxwedanê, berxwedana civakî û hevgirtinê dihone. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Kefersefrê ya Cindirêsê dike
Artêşa Tirk a dagirker, bi balafirên kobra bombe li ser gundê Kefersefrê ya girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê barand. -
Cenazeyê 13 şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Welatiyên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî Dêra Zorê, cenazeyên 13 şervanên QSD`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin. -
‘Armanc têkbirina projeya yekîtiya gelên Sûriyeyê ye’
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser têkildarî êrîşên hov ên dewleta Tirk a li ser karwanên ji bo piştgirî bidin Efrînê ketibûn ser rê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir. Bang li KE, NY û hiqûqa navneteweyî hate kirin ku erka xwe pêk bînin. -
MSD: Divê civaka navneteweyî li hember hovîtiya artêşa Tirk raweste
MSD’ê bi daxuyaniyekê êrîşên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser karwanê gelan ê ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê berê xwe dabûn Efrînê şermezar kir û banga rawestandina êrîşên hov ên dewleta Tirk kir. -
QSD: Di 24 saetên dawî de 36 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî yên li Efrînê ragihand û destnîşan kir ku di rojekê de 36 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin, gelek leşker û çete jî birîndar bûne. -
Li Cindirês û Racoyê şerê giran diqewime
Li navçeyên Cindirês û Raco yên Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyê wê de şerê dijwar rû didin. Artêşa Tirk li ser gundên Şerayê êrîşa hewayî kir, top li gundê Mabatayê jî tê barandin. -
QSD’ê nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. -
Gelê Qamişlo êrîşa li ser sivîlan protesto kirin
Gelê Qamişlo, êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser konvoya sivîlan protesto kir. Berxwedana Serdemê hate silavkirin. -
YPG’ê nasnameya 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Derwîş: Em amade ne ax û gelê xwe ji êrîşan biparêzin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bal kişand ser zêdebûna gefên Tirkiyeyê yên li Minbicê dixwin û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew amade ne gel û axa xwe biparêzin.