ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirker bombeyan li rêya M4 û hin gundên li herêmê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombeyan li du gundên Eyn Îsayê û depoya genim dibarînin. -
Li Dêrazorê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin
Li bajarê Dêrazor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Li Qamişlo şer çêbû
Li Taxa Helko ya Qamişloyê, di navbera hêzên Dîfa El Watanî yên girêdayî hikumeta Şamê û hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê de şer çêbû. -
Dagirker gundên Şehbayê bomberdûman dikin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Miniqê Aydeqnê û Bêlûniyê ya Şehbayê bomberdûman dikin. -
Meclîsa Hesekê: Em kujerên Hermas û Xidêr şermezar dikin
Meclîsa Kantona Hesekê qetilkirina Hevseroka Meclîsa Til Şeyir û cigira wê şermezar kir. -
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifat bombe kir: 3 şehîd, 6 birîndar - HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifat da ber topên hawanan. Ji ber êrîşên Tirk 3 sivîl şehîd bûn û 6 sivîl birîndar bûne. -
Hewldanê dewleta Tirk û çeteyan hate astengkirin
Şervanên QSD’ê hewldana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li rêya M4 a nêzî gundê Mişêrfa asteng kir. Dagirkeran herêm dan ber topan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser êrişa hawayî ya li Kobanê daxuyanî da
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku drona artêşa Tirk bi armanca têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmêm li başûrê Kobanê malek sivîlan a bombebaran kir. -
Droneya dagirkeran li Kobanê li malekê da
Dronek a dewleta Tirk a dagirker, li gundê Memit a li başûrê Kobanê malek bombe kir û kesek birîndar bû. -
Şervanên enternasyonalîst: Em ê heta rizgariya Efrînê li ber xwe bidin
Şervanên enternasyonalîst ên li nava refên YPG'ê diyar kirin ku Efrîn warê berxwedanê ye û destnîşan kirin ku heta rizgariyê wê li ber xwe bidin. -
Avaşîn Zagros: Em ê dagirkeriyê bişikînin, Efrînê rizgar bikin
Ji fermandarên YPJ'ê Avaşîn Zagros destnîşan kir ku wê bi ruhê berxwedanê dagirkeriyê têk bibin û çi dibe bila bibe wê Efrînê rizgar bikin û şêniyên Efrînê li warê xwe vegerin. -
Dagiker êrîşî Mişêrfê û rêya M4 dikin
Artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundê Mişêrfê û rêya M4 dikin. -
Li Qamişlo û Reqayê çalakî: Bila dewleta Tirk ji Sûriyeyê derkeve
Meclîsa Jinan a Sûriyeyê li Reqa û Qamişloyê çalakî li dar xist û xwest bila dewleta Tirk ji Sûriyeyê derkeve. -
Yekîtiya Parêzeran li dijî tecrîdê bang kirin
Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê tecrîda Îmraliyê protesto kir. Yekîtiyê got ku, “Werin em zextan li dewleta Tirk bikin û tecrîdê rakin.” -
Li Efrînê sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk: 66 jin hatin qetilkirin, 149 hatin revandin
Navenda Parastina Mafên Jinan a Sûriyê û Navenda Lêkolînê ragihand dewleta Tirk li Efrînê 66 jin qetil kir, 149 jin revandin û êşkence û destdirêjî li 178 jinî kirin. -
Eyn Îsa rê nade dagirkeriyê
Dewleta Tirk 2 meh in êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêde kiriye. Rûsya û Şam ne tenê lê temaşe kirin, her wiha zext li QSD'ê kirin. Li gel vê yekê jî QSD'ê û gel li ber xwe dan û rê nedan dagirkeriya Tirk. -
Efrîniyan peyama ‘Em ê li ber xwe bidin’ dan
Efrîninên ku bi meşekê dagirkirina Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk ve protesto kirin, peyama ‘Em ê li ber xwe bdin’ dan. -
Li gundê Malkiye ya Eyn Îsayê hinek cebilxanya dagirkeran hate desteserkirin
Şervanên QSD’ê di encama êrîşên li ser Eyn Îsayê têk bir de, dest danî ser rêyek çek û cebilxaneyan, her wiha hinek cenaze jî ketin destê wawn. -
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gel ji bo Efrînê li qadan bû
Bi wesîleya salvegera dagirkeriya Efrînê ya ji aliyê dewlet Tirk ve, li Kantonên Qamişlo û Hesekê bi çalakiyan hate protestokirin. -
Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
Bi wesîleya salvegera 3’an a salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, li Bakûr û Rojhilatê Sûiye bi hezaran kes daketin qadan. -
QSD’ê bi operasyonekê 3 DAÎŞ’î girtin
QSD`ê bi operasyonekê li gundewarên Dêra zorê 3 çeteyên DAÎŞ`ê tevî çetên wan girtin. -
Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê-Sûrî: Karê me yê bingehîn azadkirina Efrînê ye
Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê-Sûrî: Em bang li raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zexê li dewleta Tirk bikin ji bo ji Efrînê derkeve. Hevgirtinê diyar kir ku karê wan ê bingehîn azadkirina Efrînê ye. -
Rêveberiya Xweser: Mîrateya berxwedanê wê serketinê bi xwe re bîne
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku mîrateya berxwedana Efrînê mifteya serketinê ye û nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî da. -
MSD: Ji dagirkeriyê Rûsya û hikûmeta Şamê berpirsin
MSD a têkildarî salvegera dagirkerina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyek da û bal kişand ku berspirsên dagirkeriyê Rûsya û hikûmeta Şamê ye. -
‘Dewleta Tirk li Efrînê sûcê dermirovî pêk tîne’
Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Helebê ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk protesto bikin hatin gelhev, bal kişandin ku dewleta Tirk hîna li herêmê sûcê dermirovî pêk tîne.