ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Hesekê û Şamê çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li Hesekê û Şamê çalakî hatin lidarxistin. -
Hêzên Ewlekariya Hundur nasnameya endamek xwe yê şehîd eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundur ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyarkir ku endamê wan Mihemed Tahir Hemo Osman di dema li ser erka xwe bû ji ber krîza dil şehîd bû. -
Li derdora Eyn Îsayê şerên dijwar diqewime
Hewldana êrîşê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li gundê Seydayê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate valederxistin. Şervanan wesayîtek leşkerî ya çeteyan îmha kir. -
Li Kolana Cindirêsê ya Efrînê teqînek çêbû
Li Kolana Cindirêsê ya li navenda bajarê Efrînê teqînek bi hêz rû da. -
Li Bakur û Rojhilatê Suriyê şehîdên qetlîama Helepçeyê hatin bîranîn
Kesên di qetlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi çalakiyan hatin bîranîn. -
Şêniyên Minbicê: Divê malbat û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtin pêkbînin
Welatiyên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto kirin û gotin: “Divê di demek nêz de Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêkbîne.” -
Parêzerên Herêma Cizîrê: Bila hevdîtina li Îmraliyê tavilê bê kirin
Parêzerên Herêma Cizîrê bal kişandin ser fikarên giran ên li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanû bang li meqamên hiqûqî kirin ku bi erka xwe rabin û ji bo hevdîtina bi Ocalan re bê kirin zextê li dewleta Tirk bikin. -
Dewleta Tirk ava çemê Qeremoxê birî
Dewleta Tirk a dagirker sûcekîn din ê şer kir û ava Çemê Qeremoxê birî ku ji Kobanê derbas dibe. Dewleta Tirk her wiha bombe li gundekî Efrînê barand. -
Şervana enternasyonal Hêlîn Qereçox li herêma Firatê hate bîranîn
Şervana YPJ'ê ya Enternasyonalîst Hêlîn Qereçox, di salvegera şehadeta xwe de li herêma Firatê bi merasîmeke leşkerî hate bîranîn. -
Li Kobanê û Tebqayê şehîd bi merasîman spartin axê
Bi merasîmeke girseyî li Kobanê û Tebqayê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şehîdên QSD’ê Abdullah El Elî, Xalid El-Meter û Gerîla Helicê li Goristanên Şehîdan spartin axê. -
Li Qamişloyê li ber avahiya NY’ê çalakî hate pêkanîn
Ji bo di demek nêz de bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re hevdîtin were pêkanîn, li ber avahiya NY’ê ya li Qamişlo ya li Bakur û Rojhilatê Suriyê çalakî hate pêkanîn. -
Ji ber teqîna guleya topekê li Eyn Îsa zarokek mir
Li Eyn Îsa di encama teqîna guleyek ya topê ya dewleta Tirk û çeteyên wê zarokek 12 salî mir. -
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê baregehek ava kir
Dewleta Tirk a dagirker li dora rêya bejahî ya M4 a li Eyn Îsayê di nava hefteyekê de 5 baregeh ava kir. Ji bo baregehan bigihîne hev jî xendek kola. -
Li Baxoza azad jiyanê nû dikin
Şems El Hemût û kurê wê Tamir Haşim El Etawî yên li herêma Baxozê ya Dêrazorê dijîn, li ser axa xwe ya ku ji aliyê QSD’ê hatibû rizgarkirin jiyanê ava dikin. -
Cenazeyên du şervanên YPG’ê hatin veşartin
Şervanên YPG’ê Diyar Arcik û şervanê QSD’ê Ehmed Osman ên ku li ser peywira xwe şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesan cenazeyê wan li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê hate veşartin. -
PYD'ê ji bo Şengalê bang li hikumeta Iraqê kir
Meclîsa Giştî ya PYD'ê nerazîbûn nîşanî hikumeta Iraqê da û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YBŞ temsîla îradeya xelkê Şengalê dikin. -
Dewleta Tirk bombe li gundên Minbicê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên bakurê Minbicê barand. -
TEV-DEM: Em ji bo Êzidiyan û Şengalê seferber bibin
TEV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî peymana li ser Şengalê da û got, "Ji bo Êzidî karibin li Şengalê bi rengekî azad îradeya xwe bi kar bînin, divê her kes bi her awayî seferber bibe." -
Li Til Berakê şehîdên 12’ê Adarê hatin bibîranîn
Meclîsa Til Berakê şehîdên Serhildana 12’yê Adarê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. -
Yekîtiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em zextê li ser Tirkiyeyê bikin
Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirina mafê azadiya tevahî kedkaran e. -
Li ser Kobanê balefirên keşfê digerin
Li ser gundên kantona Kobanê balefirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker digerin. -
Artêşa Tirk a dagirker Şera, Şehba û Şêrawa bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şera, Şehba û Şêrawayê bombe dikin. -
Li Girê Spî ji ber hewanên Tirk û çeteyên wê 2 zarok hatin qetilkirin
Di encama hewanên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Girê Spî 2 zarok hatin qetilkirin. -
Li Dêra Zorê komek çete hatin girtin
Di encama operasyona Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê de komek çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
YPG’ê şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr bibîr anî
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasanameya şervanên xwe Çîçek Botan û Êrîş Cesûr ên di navbera 1-3’ê Adarê de li cihên cuda û demên cuda şehîd bûbûn, eşkere kir.