ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Şehîd Nûda mîna biharê jiyan dixemiland'
Şervanê YPG'ê Aso Mêrîvan di salvegera 5'an a şehadeta Nûda Gulbihar de ew bi bîr anî û got, "Heval Nûda bi hevaltiya xwe weke rengê biharê jiyana me dixemiland." -
Milîsên Şamê agirbest binpê kirin, şer ji nû ve dest pê kir
Li Qamişloyê, ji ber ku milîsên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê agirbest binpê kirin, şer ji nû ve dest pê kir. -
Nasnameya şervanê di êrişa Dîfaa El-Wetenî de şehîd bû hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 20'ê Nîsanê di êrişa çeteyên Dîfaa El Wetenî de şehîd bû Xalid Milhim Osman e. -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Hemîd li Tebqayê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebulsetar Hemîd bi merasîmkê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Li Qamişloyê şerê navbera Hêzên Ewlekariya hundirîn û Dîfa El Wetenî didome
Li Qamişloyê şerê ku şevê din di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Dîfa El Wetenî de derketî hîn didome. -
Dewleta Tirk a dagirker dest bi topbarankirina Eyn Îsayê kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, derdora Rêya Bejayî ya M4 û gundê Xalidiyê ya Eyn Îsayê bi giranî topbaran dike. -
Li Kampa Holê 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Di operasyona hêzên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) de ya li Kampa Holê, 6 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
QSD: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
QSD'ê li Dêra Zor û Qamişloyê di operasyonên dijî hucreyên DAÎŞ'ê de 2 çeteyên DAÎŞ'ê girtin. -
Dewleta Tirk bi droneyan bombe li Şehba û Til Rifetê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov bombe li girê Til Rifet û gundê Eyndeqê yê kantona Şehbayê barand. -
TEV-DEM û PYD'ê ji bo Şengalê bang li rêveberiya Iraqê kir
TEV-DEM û PYD'ê bang li rêveberiya Bexdayê kirin ku bi diyalogê nêzî Şengalê bibe û hurmetê nîşanî îradeya xelkê Şengalê bide. -
Şerê ku doh bi şev li Qamişloyê dest pê kir, dewam dike
Şerê ku piştî êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişloyê dest pê kir, giran bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyê bi pêş ve diçe. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nuqteya Dîfa El Wetenî kontrol kirin
Nuqteyeke ewlekariyê ya di destê Dîfa El Wetenî, ku li taxa Tey a li Qamişloyê ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate kontrolkirin. -
'Em ê bi xurtî bersiva êrişan bidin'
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên Dîfa El Wetenî ya ser bi rêveberiya Şamê daxuyanî da û diyar kir ku di êrişan de şervanekî wan şehîd bûye û di mijara bersivdanê de wê ji bo kêliyekê jî dudil nebin. -
Hêzên girêdayî Şamê êrîşî bendeke ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin
Hêza Dîfa El-Wetenî ya girêdahî rejîma Şamê li Qamişloyê êrîşî bendeke ya kontrolê ya Hêzên Ewlekariyê ya Hundirîn kirin. -
QSD’ê berpirsê kuştin û mayînan jî di nav de 6 çete girtin
QSD’ê di operasyonên li gunedwarên Hesekê û Dêra Zorê de berpirsên kuştin û mayînan jî di nav de 6 çete girtin. -
Şervanê QSD'ê Xalid Fesîh Osman hate veşartin
Şervanê QSD'ê Xalid Fesîh Osman (Kados) ku dema li ser peywira xwe bû şehîd bûyî li Amûdê hate veşartin. -
Siyasetmedarên Kurd êrîşên li ser mala Rêbertî şermezar kirin
Siyasetmedarên Kurd ên li Şehbayê êrîşa dewleta Tirk ya li ser mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê mabû, şermezar kirin. -
Rusyayê ragihand ku li Sûriyeyê 200 çete kuştine
Rusyayê ragihand ku di êrişeke hewayî de ya li nêzî bajarê Palmira yê Suriyeyê, herî kêm 200 çete hatine kuştin. -
Li Şedadê û Kobanê şehîd hatin veşartin
Şervanên ku şehîd bûne li Kobanê û Şedadê bi merasîmên bi heybet hatin veşartin. -
QSD’ê li gundewarên Hesekê û Dêra Zorê 6 çete girtin
QSD’ê ragihand ku di operasyonên 18’ê Nîsanê yên li gundewarên Hesekê û Dêra Zorê de 6 çete hatine destgîrkirin. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Eyn Îsa û rêya M4 barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din êriş bir ser Eyn Îsayê. Gundek û rêya M4 kir hedef. -
Cenazeyê şervanê Suryanî li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî Yeqûb Şabo Yeqûb ku ji ber krîza dil şehîd bû, li Qamişloyê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Li Serêkaniyê çete bi hev ketin, gelek ji hev kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê ya dagirkirî bi hev ketin. Hate ragihandin ku çeteyan gelek ji hev kuştine. -
Kongreya Star li pêş ‘Mala Rêbertî’ bang kir: Em ê têkoşînê mezintir bikin
Kongreya Star a li pêşiya mala ku pêvajoyekê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan lê dima daxuyanî dayî, teqez kir ku wê têkoşînê mezin bikin. -
Cenazeyê şehîd Zinar Efrîn, bi merasîmekê li Helebê hate veşartin
Cenazeyê Zinar Efrîn ê ku roja 16’ê Nîsanê li ser rêya Hesekê-Dêrazorê hatî qetilkirin, li Helebê bi merasîmekê hate veşartin.