YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî girtina hesabê wan ê YouTubeyê şermezar kir û got ew bi armanca ku rastiya şer ragihînin weşana xwe dikin û vîdeoyên ku hinceta girtina hesabê wan nîşan dane, di dema berxwedana Kobanê de, li hemberî dorpêça DAIŞ’ê hatine kişandine û ji bo ku berxwedana Kobanê bi cîhanê re par ve bikin weşandine.
YPG’ê li ser hirtina hesabê wan a ji hêla YouTube ve got, ‘’ Em tu cûdahiyekê di navbera vê biryara YouTube û nêzikatiyên faşîzma Tirk-Îran ya li dijî ragihandina azad de nabînin.’’
Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:
‘’Di dîroka 6ê Cotmehê de hesabê fermî ya Youtube ya Yekîneyên Parastina Gel YPG, bi hinceta ku zagonên weşana YouTube îhlal dike, hate rawestandin.
YPG, li ser esasê hişyariyên ku berê ji alî YouTube ve hatibûn kirin hewl dide ku naverokên ku zagonên weşana YouTube an jî weşanên ku peymana bikaranîna YouTube îhlal dike, par ve neke. Vîdeoyên ku weke sedemên girtinê hatin nîşandan, vîdeoyên ku di dema berxwedana Kobanê ya li hember dorpêça DAIŞê ya di payîza 2014an de, bi armanca parvekirina rastiya şer û berxwedana Kobanê bi giştî cîhanê re hatibûn weşandin.
Weşanên ku di van demên dawî de hatin kirin jî bi armanca ragihandina rastiya şerê li hember terorîzma DAIŞ ya li Reqqa û Dêrezorê ne, me hewl daye ku zagonên weşanê ya YouTube li ber çavan bigirin. Ragihandina rizgarkirina bi deh hezaran sîvîl û xebatên ji nû ve avakirina herêmên ku ji ber şer hilweşiyane, bingeha xeta me ya weşangeriyê pêk tîne.
Diyar e ku ev biryara hatiye girtin ji derveyî êrîşeke li dijî têkoşîna me ya li hember terorîzma DAIŞê tu wateyeke xwe nîne. Ev biryar xwe dispêre sedemên siyasî û tu bingeheke xwe ya exlaqî û hukukî nîne. Tê armanckirin ku dengê xebatên ragihandinê ya YPG’ê ya ku bi salan e bi şîara Sûrîya Azad û Demokratîk, xeteke weşangeriyê ya hessas dişopîne, were qut kirin, bandora wê were şikandin.
Em tu cûdahiyekê di navbera vê biryara YouTube û nêzikatiyên faşîzma Tirk-Îran ya li dijî ragihandina azad de nabînin. Ev qedexekirin, derbeyek li dijî azadiya fikr û xweîfadekirinê ya bi destê YouTubeyê ye. Ev qedexekirin, di serdemeke wiha de ku propagandayên DAIŞ’ê di medya civakî de digerin, hewldana bêdengkirina YPG’ê ye, ku YPG ji bo parastina nirxên mirovahiyê li hember DAIŞ têdikoşe. Her çi dibe bila bibe, wê YPG mafê xwe yê ragihandin û xweîfadekirina azad bi awayekî karîger bi kar bîne.’’