YPG’ê nasnameya şervanekî eşkere kir
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Zekeriya Efrîn roja 18’ê Hezîranê li Helebê dema bi erka xwe radibû, bi krîza dil şehîd bû.
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Zekeriya Efrîn roja 18’ê Hezîranê li Helebê dema bi erka xwe radibû, bi krîza dil şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî YPG’ê eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniyê de got; “Heval Zekeriya li nav malbateke welatparêz a Efrînî hate dinyayê. Di demeke wiha de ku li dijî Rojava û bakûrê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî refan bû. Hevrê Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar ya gelê me xwe ava kir, ji roja yekemîn ya ku di nav refan de iîhê xwe girt û ta niha her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû, di demeke kurt de bû şervanek xurt yê berxwedêr.
Em di şexsê rêheval Zekeriya Efrîn de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Zekeriya Efrîn
Nav û Paşnav: Zekeriya Silêyman
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Ezîz
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 18'ê Hezîran 2019