Yekîtiya Ciwanên Rojava: PDK bi fermana Erdogan tev digere
Yekîtiya Ciwanên Rojava ragihand ku li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê silav kir.
Yekîtiya Ciwanên Rojava ragihand ku li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê silav kir.
Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê têkildarî meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Efrînê û Berxwedana Serdemê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya ciwanan de wiha tê gotin;
“Ev 17 roj in li Efrînê berxwedaniyek dîrokî tê meşandin, li hemberî artêşa duyemîn a NATO'yê ya ku balafir, tank, topavêj û hemû hêza xwe bikartîne berxwedaniya şervanên YPG'ê/YPJ'ê biser ketiye û cîhanê carek din naskir ku serkeftin her ya gelan e ne ya dagirkeran e.
‘BERXWEDANA DÎROKÎ MOHRA XWE LI DÎROKA MIRVAHIYÊ XIST’
Bêguman vê berxwdanê mohra xwe li dîroka mirovahiyê xist û di dilê her azadîxwazekî de niha navê Efrîn hatiye nivîsandin lewre bi sedan çalakiyên piştgriyê li seranserî cîhanê me dîtin û bi sedan ciwanên ji gelek netewan niha di çeperê pêş de li hemberî dagirkeran şer dikin.
'PDK BI FERMANA ERDOGAN TEVDIGERE'
Meş û helwesta Ciwanên başûrê Kurdistanê li cem me cihê rêzê ye lê kiryarên Partî Demoqratî Kurdistanî PDK'ê bi astengkirina wan ciwanan û êrîşkirina ser wan em bi tûndî şermezar dikin û vê kiryarê wekî alîkariya bi dagirkerên ku êrîşî Efrînê dikin binav dikin û bi zelalî dibêjin PDK'ê bi fermana Erogan tevdigere.
'SERKEFTIN A GELAN E'
Ji bo ciwanên welatparêz jî em bi rêzdarî wan silav dikin û em dibêjin wekî ku çawa dagirker li Efrînê têkçún wê deshilatdaran li cem we jî têk biçe, serkeftin her a gelan e.”