QSD: Me hêzên xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişand

QSD'ê diyar kir ku veguhestina hêzên wan ên ji parastina Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê berpirsyar bûn ji bo herêmeke ewle temam bûye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bi desteka Koalîsyona Navneteweyî vekişandina şervanên xwe yên parêzvanên girtîgeha Eqtanê ya çeteyên DAIŞ'ê ya li Reqayê ber bi cihekî ewle ve temam kiriye.

Ji 18’ê Çileyê ve çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê bi çekên giran û dronan êrişî girtîgehê dikir. Şervanên QSD’ê jî li hemberî êrişan li ber xwe da û nehişt çeteyên DAIŞ’ê birevin. Tevî dorpêça giran û qutkirina av û ceyranê jî şervanan herêm parast.

QSD’ê şevê din, hêzên xwe ji girtîgehê vekişandin û veguhastin Kobanê.

Karwanê şervanên QSD'ê gihaşt Kobanê.