Pêngava Reqa: Şerê dijwar qewimî, 17 çete hatin kuştin
Li Taxa Kurdan a Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimî. Di şer de 17 çete hatin kuştin.
Li Taxa Kurdan a Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimî. Di şer de 17 çete hatin kuştin.
Li Taxa Kurdan a Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar dewam dike.Bi taybet li taxa Kurdan şerekî giran rû dide, şervanên QSD’ê derbên giran li çeteyan didin û ber bi pêşve diçin. Di encama şerê li vê taxê rû da de, 17 çete hatin kuştin û hejmareke mezin çekên çeteyan ketin destê şervanan.
Çekên ketin destê şervanan wiha ne: 13 Keleş û 30 hezar guleyên wê, 8 doçika û 20 sandoq guleyên wê, 4 BKC û 150 sandoq guleyên wê, 15 fûze, 6 çekên sekvaniyê, 700 bombeyên destan û 5 wesayît.