Li Tirbêspiyê cenazeyê şehîd Cûdî hat veşartin

Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Cûdî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Beşar El-Wasil (Cûdî) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG′ê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Mihemed Zêdan û Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hat diyarkirin ku bi hevgirtina gelên herêmê axa welat ji terorê hat rizgarkirin û jiyaneke bi ewle hat avakirin.

Her wiha ji bo koça dawî ya Mam Celal jî sersaxî ji tevahî gelê Kurdistanê re hat xwestin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.