Li Til Hemîsê cenazeyê Şehîd Îbrahîm spartin axê
Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîs cenazeyê şervanê YPG`ê Xalid Îbrahîm ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Raxib Etiya ya navçeyê spartin axê.
Bi sedan welatiyên navçeya Til Hemîs cenazeyê şervanê YPG`ê Xalid Îbrahîm ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Raxib Etiya ya navçeyê spartin axê.
welatiyên Til Hemîs cenazeyê şervanê YPG`ê Xalid Îbrahîm (Şivan Tamine) ku di 6 Çileyê de şehîd bibû, ji meclîsa taxa El-Enteriyê ya Qamişlo wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Etiye ya gundê Salihê ya Til Hemîs.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin ve destpê kir. Piştre jî li navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîs Mihemed Xilêwî, li ser navê TEV-DEM`ê Salih Xelef û li ser navê Şaredariya Gel Abdullrehman El-Hadî axaftin hatin kirin.
Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kirin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşma “Şehîd Namirin” spartin axê.