‘Li Reqayê mizginiya azadiyê nêzîk e’

Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed got, ‘’QSD van rojan wê ragihîne ku temaniya Reqayê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.’’

Cîhan Şêx Ehmed di daxuyaniyekê de, ku li ser malpera QSD’ê belav bû, got, şervanan 85 ji 100’î yê Reqayê azadkirin.

Berdevaka QSD’ê Ehmed got piştî rizgarkirina çend taxan û paqijkirina bajêr a ji mayinan di nav çend rojan de wê ragihînin ku tevahiya Reqayê ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê 6’ê Hezîranê dest pê kiribû. Piraniya bajêr di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye. Bi deh hezaran sivîlên ku ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin li cihên ewle hatin bicihkirin.