Li Hesekê teqîn çêbû: 3 kes birîndar bûn

Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê li noqteyeke di bin kontrola Hikûmeta Şamê de teqîn çêbû û 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Xaçerêya Ewlehiyê ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de teqîn çêbû û 3 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku teqîn di dema dewriyeya hêzên Rûsyayê de pêk hatiye. 3 kesên ku di teqînê de birîndar bûn rakirin nexweşaneyê.

Têkîldarî nasnameyên birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin, lê li gorî hinek çavkaniyan birîndar ji hêzên Rûsyayê ne.