Li gel mercên zehmet ên zivistanê jî gel seferber bûye

Gelê Rojava li gel serma û berfê jî di çarçoveya seferberiya giştî de bajar û herêmên xwe diparêze.

Li gel serma û berfê jî gelê Rojava wezîfeya parastina bajar û herêmên xwe bi cih tîne û li gorî biryara seferberiyê tevdigere.

Piştî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên ji 6`ê Çileyê ve, gelê gund û bajarên herêmê ji bo parastina taxan û malên xwe ketine nava tevgerê.

Şêniyê ji bajarê Qamişlo Mihemed Elî diyar kir ku "gel ji bo piştgiriya hêzên leşkerî û parastina civakê li hember êrişên li dijî gelê me, seferber bûye.” Elî da zanîn ku şênî ji bo parastina taxên xwe, derketine taxan û kolanan.

Elî her wiha got: "Ne sermaya dijwar û ne jî tu rewşeke din dê rê li ber şêniyên bajêr bigire ku erka xwe bi cih bînin û parastina Qamişloyê berpirsiyariyek e li ser milê hemû xelkê wê."

Elî ciwanên ji Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ku bersiva banga seferberiyê daye û hatine Rojava, silav kir. Elî di dawiyê de bang li hemû ciwanên Kurdistanê kir ku tev li seferberiya giştî ya ji bo parastina Rojava bibin.