Li Efrînê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Welatiyên Kantona Efrînê, Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê şermezar kirin û wiha gotin; “Em ê têkoşîna xwe heta azadkirina Rêber Apo bidomînin.”

Bi hezaran welatiyên herêma Cindirêsê a kantona Efrînê komploya navdewletî bi meşekê şermezar kirin. Girseya gel di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  cangoriyên azadiyê bilind kirin.

Meş bi cil û bergên gelêrî, al û pankartên bi Kurdî û Erebî li ser wan hatibû nivîsandin ku, “Em tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar dikin, dîlgirtina Rêber APO dîlgirtina mirovahiyê ye’ xemilî bû.

Meş ji destpêka herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê dest pê kir û li goristana Cindirêsê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Berko, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê Fatma Hesen, Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Cindirêsê Hêvîn Elo û Endama Desteya Rûsipiyên Êlên herêmê Ebdo Salih El-Kerîm axivîn.

Axaftivanan komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin; “Dîlgirtina Rêber APO dîlgirtina hemû mirovahiyê ye. Dewletên dagirker bi vê komployê re dixwestin dawî li hebûna gelê Kurd bînin. Em li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan dimeşin û em îro ji bo azadiya wî têdikoşin.ʺ

Her wiha axaftvanan diyar kirin ku projeya netewa demokratîk a Ocalan wê aloziya Rojhilata Navîn çareser bike.

Gel li hemberî dewletên dagirker helwesta xwe diyar kirin û gotin:”Em ê têkoşîna xwe heta azadkirina Rêber APO dewam bikin.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina komployê, bi dawî bû.