Li Başûr di xutbeyên Înê de ji bo Rojava banga alîkariyê hate kirin
Li Başûrê Kurdistanê di gelek xurtbeyên Înê de meleyan bang li her kesî kirin ku beşdarî seferberiyê bibin.
Li Başûrê Kurdistanê di gelek xurtbeyên Înê de meleyan bang li her kesî kirin ku beşdarî seferberiyê bibin.
Îro li piraniya mizgeftên Başûrê Kurdistanê mamostayên olî di xutbeyan de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û giringiya hevkariya bi Rojava re kirin. Her wiha komkujiyên li ser Kurdan wek sucekî olî bi nav kirin.
Mamostayên olî dan diyarkirin ku her kesek bikare divê tevlî seferberiyê bibe û xwe bigihîne eniyên pêş ên berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Mamostayan gotin kesên ku nikarin herin jî divê li bajarên Başûrê Kurdistanê tevlî meş û kampanyên alîkariya ji bo Rojava bibin.
Mamostayan di gotarên xutbeyê de gotin: “Tişta ku niha li Rojava rû dide, şerê man û nemanê ye. Yên ku li ser navê ol êrişî ser xwişk û birayên me dikin, berê DAIŞ’î bûn û ti peywendiya wan bi Îslamyetê ve nîne. Ji berku di ola Îslamê de dibêje, nabe ti li gel kesek şer bikî ku ew jî xwediyê heman baweriya Îslamyetê be.”