Li Çiyayê Qereçoxê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqîn çêbû

Hate ragihandin ku li çiyayê Qereçoxê yê nêzî bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqîn çêbû.

LI QEREÇOXÊ TEQÎN

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê dane, li çiyayê Qereçoxê yê nêzî bajarê Dêrikê teqîn çêbû.

Hate ragihandin ku teqîn di encama bombebarana balafirên bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî nuqteyeke Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye û tu windahî çênebûn.

Dewleta Tirk a dagirker berê jî gelek caran Çiyayê Qereçoxê hedef girtibû.